Li Çilaxa meşa dirêj a ciwanan
Baskê meşa dirêj a ciwanan a bi armanca protestokirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji Qamişlo heta Dêrikê hatibû destpê kirin, gihişte Çilaxayê.
Baskê meşa dirêj a ciwanan a bi armanca protestokirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji Qamişlo heta Dêrikê hatibû destpê kirin, gihişte Çilaxayê.
Ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya pêngava KCK'ê ya bi diruşmeya "Bes e tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye", Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşeke dirêj bi tevlîbûna 300 ciwanan ji Qamişlo ber bi Dêrikê ve dayin destpêkirin, di roja duyan de didome. Meşa dirêj gihişte Çilaxayê.
Ciwan ji aliyê şêniyên navçeyê ve bi çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Meş, ber bi navçeya Girkê Legê ve didome.