CENAZEYÊN 3 ŞEHÎDAN LI GORISTANA ŞEHÎDAN A TEBQAYÊ HATIN VEŞARTIN
Bi sedan welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyên 3 şervanên QSD′ê Ebdullah Mexlac (Ebdullah Tebqa), Esed Haşim (Esed Tebqa) û Mihemed Hisên (Mihemed Tebqa) ku ji nexweşxaneya leşkerî ya Kobanê hatin, pêşwazî kirin û li salona sporê ya bajarê Tebqayê, merasîme lidar xistin.
Di merasîmê de malbatên şehîdan, Endamên Saziyên Civaka Sivîl Fermandarên QSD′ê û Meclîsa bajarê Tebqayê, amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandarê QSD′ê Xeyrî Mihemed, Hevserokê Meclîsa Sivîl a Tebqayê Ehmed Şeban û Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Nasir Hemûd, axivîn.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku bajarê Tebqayê piştî berxwedana 55 rojan, hat rizgarkirin û hate gotin ku şervanên QSD′ê li dijî êrîşên alîgirên çeteyan (wekî dewleta Tirk) berpirsyariya rizgarkirina bajar hilgirtin ser milên xwe.
Her wiha hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi rêbazên cuda hewl dide pêngava rizgarkirina Reqayê asteng bike. Piştre jî, soza şopandina rêya şehîdan, hat dayîn.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristana şehîdan a bajarê Tebqayê, hatin veşartin.
LI KOBANÊ CENAZEYÊ 2 ŞERVANÊN YPG/YPJ’Ê HATIN VEŞARTIN
Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanên YPG/YPJ′ê Jiyan Îbiş (Awaz Dilgeş) û Bekir Welo (Bekir Kobanê) ji nexweşxaneya Şehîd Zozan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandara YPG/YPJ′ê Dilbirîn Kobanê û Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Silêman Silêman axivîn, sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re xwestin û soza tolhildana wan dan.
Her wiha bal hat kişandin ser berxwedana şervanên QSD′ê ya li dijî çeteyên DAIŞ′ê û hat diyarkirin ku şervanên azadiyê rojane ber bi navenda bajêr ve pêşve diçin.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên herdu şervanan hatin xwendin, radsetî malbatên wan hatin kirin û nasnameya şervanekî YPG′ê Ehmed Elî (Bîksî Kobanê) ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûye, hate eşkerekirin.
Piştre jî cenazeyên têkoşeran li goristanê hatin veşartin.
BI MERASÎMEKÊ CENAZEYÊ 3 ŞERVANÊN QSD’Ê LI GORISTAN ŞEHÎD MEHMÛD TÛME HATIN VEŞARTIN
Bi sedan welatiyên bajarê Girê Spî jî cenazeyên 3 şervanên QSD′ê Elî Xidir Beşîr (Elî Deban), Talib Mihemed Fethî û Silêman Ehmed Qedban, ji nexweşxaneya leşkerî ya bajêr wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Tumê ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah, li ser navê Kongreya Star Rodîn Elî û li ser navê TEV-DEM′ê jî Kedîm Îbrahîm axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.
Li ser navê malbatên şehîdan û pêkhateya Tirkmen jî, Mihemed Hemdan axivî û diyar kir ku berxwedana şervanên YPG/YPJ/QSD′ê li Rojava û Bakurê Sûriyê ji cîhanê re îsbat kir ku ev hêz tekane hêzên ku ji bo azadî û rûmeta gelê Sûriyeyê şer dikine. Her wiha êrîşên li ser Efrîn û Şahbayê jî şermezar kirin.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan bi dirûşim û tilîliyan hatin veşartin.