Leşkerên Tirk zarokek keç revand

Dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Elî Baciliyê yê Girê Spî zarokeke keç revand.

Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, roj nîne ku sûcê li dijî mirovahiyê naqewime, roj nîne ku mirov nayên revandin.

Piştî ku çeteyên Ehrar El Şam ên dewleta Tirk li gundê Kurzêlê yê Şêrawayê zilamekî extiyar revand û êşkence lê kir, vê carê jî li Girê Spî kesek hate revandin.

Li bajarokê Elî Baciliyê yê Girê Spî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, li gundê Um El Xeratîmê zarokeke keç a bi navê Kewser El Ebid hate revandin û nayê zanîn ku bi ku ve birine.