Leşkerên Tirk li ser sînor bi êşkenceyê ciwanek qetil kir
Leşkerên Tirk a dagirker li ser sînorê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ciwanek bi êşkenceyê qetil kir.
Leşkerên Tirk a dagirker li ser sînorê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ciwanek bi êşkenceyê qetil kir.
Li gorî nûçeya ajansa ANHA'yê, ciwanê bi navê Salar Osman 28'ê Tebaxê li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate girtin.
Ciwanê ku êşkenceyeke giran lê hate kirin, rakirin nexweşxaneyeke li Qamişloyê.
Hate ragihandin ku Salar Osman îro serê sibehê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.