Leşkerên Tirk ên dagirker 5 welatiyên Efrînî revandin

Hêzên Tirk ên dagirker, li Efrîna dagir kirî 5 kesên din jî revandin û aqûbeta wan nayê zanîn.


Li gorî agahî hatî bidestxistin, leşkerên Tirk ên dagirker, roja Şemiyê li Efrînê 5 kes revandin. Li gorî agahiyên çavkaniyeke ji nava bajêr hatî bidestxistin, di nav kesên hatî revandin de jin û zarok jî hene.

Hate zanîn ku jina Kurd a bi navê Xedîce, revandine û birine Taxa Eşrefiyê. Navê kesên din ên hatî revandin jî wiha ye: Ebdûlrehman Misto(16) yê ji gundê Kaxirê yê bi ser Mabatayê ve, Hikmet Heyder Remedanê ji gundê Hecîko û  Reşîd Mustefa û kurê wî Berazî Reşîd ên ji gundê meşelê yê Şerayê ne.

Hêzên Tirk ên dagirker, di 20 Çile de êrîşên dagirkeriyê dabûn destpêkirin. Di 18 Adarê de jî bi çeteyên xwe ve ketibû nava bajêr. Ji destpêka dagirkeriyê heta niha bi sedan sivîl hatin qetilkirin, bi sedan jî hatine revandin. Malên sivîlan hatin talankirin, bombebarankirin, dest danîn li ser mal û milkên wan. Dewleta Tirk a dagirker, li Herêmê bi çeteyên xwe ve bi awayekî sîstematîk sûcên şer dike.