Leşkerên Îranê ber bi Dêra Zorê ketin rê

Piştî biryara derketina leşkerên DYA ya ji Sûriyeyê, konvoyeke ya ji leşkerên Îranê pêk tên, ber bi Dêra Zorê ve ketiye rê.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ya ku dispêre çavkaniyeke ji herêma Îdlibê, konvoyeke ku ji leşkerên Îranê pêk tê, ji derdora Hema û Îdlibê ber bi Dêra Zorê ve ketine rê.

Heman çavkaniyê ragihand ku konvoy ji 80 wesayîtan pêk tê û 400 personelên leşkerî li xwe digire.

Hate ragihandin ku hemwext rejîma Şamê û hêzên Îranê li rojvayê Firatê û li peravên Dêra Zorê bi cih bûne. Têkildarî vê tevgerê hê ti daxuyanî nehatine dayîn.

Balkêşe ev tevger piştî biyara rêveberiya Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp a vekişandina leşkeran a ji Sûriyeyê hat û şûnde derket.