Le Monde Dîplomtîque: Rojava ya li navbeyna lihevkirin û utopyayê

Kovara Fransiz Le Monde Dîplomatîque têkilî Rojava dosyayeke berfireh weşand.

Dosya ya di kovara Le Monde Dîplomatîqueyê de bi pirsa ''Di Sûriyeya dahatuyê de ji bo Kurdan otonomiyeke çawa?'' dest pê dike. Di dosyayê de geşedanên li herêmê bi sernavê ''Rojava di navbeyna lihevkirin û utopyayê de'' hatiye dayin.

Dosya guherînên qada perwerde ta bi tenduristî û leşkerî yên li Bakurê Sûriyê, têkiliyên di navbeyna Kurdan û gelên din û helwesta hêzên navdewletî destnîşan dike. Dosya bi îmzeya nûçegihan Chrîs den Hond û Mîreîlle Court e. Her du nûçehan ji bo ku rewşa herêmê fêhm bikin ji Ewropayê çûne heta bi Rojava û Qendîlê.

Du nûçegihan destpêkê rewşê wiha şîrove dikin: ''Federasyona Ddemokratîk a Bakurê Sûriyê ji bo xweseriya xwe ya fiilî bide pejirandin bi rejîma Şamê re danûstandin da destpêkirin, ji nişka ve hate rawestin. Bajarê Efrînê ji dest federasyonê çû, hê jî gefa artêşa Tirk û DAÎŞ'ê li ser heye. Li hundir rageşiyên di navbeyna Kurd û Ereban de kêm dibin lê pêbaweriyek li du aliyan jî heye.''

LI HEVKIRNA BI WAN RE XWEKUŞTINEK E

Du nûçegihan jî dema ku serdana Federasyona BAakurê Sûriyê dikin ji hêla Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmd ve têne pêşwazîkirin. Di nûçeyê de hevdîtinên di navbeyna rêveberiya Şamê û Federasyona Bakurê Sûriyê de têne bibîrxistin, her wiha tê destnîşankirin ku Îlham Ehmed hin daxuyaniyên bi rengê erênî dikarin werin dîtin, ên hikûmeta Sûriyê bi armanceke taktîk bûne. Ehmed dibêje, ''Dema ku me li daxuyaniyên rejîmê guhdarî kir me fêhm kir ku muzakere ji bo wan tenê taktîk in. Ji bo danûstandin geştir bibin ti hewldaneke wan a jidil tine''. Ehmed li ser pirsa bê ka çima di hevdîtinê de komên ku li Stenbolê hatine avkirin û bi navê ''muxalefeta Sûriyê'' dane  pêş di hevdîtinan de nebûne jî dibêje, ''Muxalefeta rastîn em in. Gelek komên çekdar ên li qadê radîkal in û bi desteka Tikiyê ne. Lêgerîna lihevkirinê ya bi van komên radîkal û cîhadîst re ji bo me weke xwekuştinê ye.''

Sermuzakerevanê şandeya MSD'ê ku çûyî Şamê, yek ji Erebê Qamişlo Hîkmet Habîb got ew bi dirûşmên wekî, ''Em dixwazin Beşar El Esad birûxe'' tevnagerin. Habîb got, ''A girîng ew e ku Destûrê, bingehên pergala siyasî ya Sûriyê biguherînin. Demokrasî pir kêm e.''

Le Monde Dîplomatîque dibêje Beşar El Esad hem xwe zirtikî û hem jî nermikî dike, li hêlekê gefan dixwe û li hêlekê jî peymanên nerm ên li ser diyalogê dide û vê tespîtê dike: ''Muzakereyên ku dawiya  vê salê di navbeyna Şamê û MSD'ê de dest pê kirin, li hêviya zelalbûna rewşa Idlibê, hatiye sekinandin.''

'BAWERIYA KU DI NAVBEYNA EREB Û KURDAN DE TÊ CERIBANDIN'

Kovar balê dikişîne ser komunalîzma ku li herêmê hatiye avakirin û diyar dike di navbeyna Ereb, Tirkmen û civakên din de pênebaweriya li Kurdan mezin e. Kovar dibêje, ''Ditirsiyan yên ku DAÎŞ têk birin, ji ber helwesta meqamên Sûriyê yên li Kurdan tolê hilînin''. Habîb got, li deverên ku QSD'ê ji DAÎŞ'ê standî ji bo avakirina ewlehiyê gelekî hewl dane. Destnîşan kir, ji bo vê jî komîteyê lihevkirinê û meclîsên ku her kesî temsîl dikin hatine avakirin. Hebîb bi bîr dixe îro 60 ji 100'î yên endamên QSD'ê ji eşîrên Ereb pêk tên.

Hate gotin heta 2017'an  Rojava ji kantona Efrînê, Kobanê û Cizîrê ya piranî Kurd pêk dihat, Cotmeha 2017'an bi serfiraziya Reqayê re  û Adara 2018'an bi şikestina Efrînê re federasyona otonom kêm ji Kurdan û piranî ji Ereban pêk tê.

Kovar destnîşan dike giringiya tifaqa qeyîm a di nav du gelan de ji vir tê û rewşa Qamişlo ku paytexta Kantona Cizîrê û rewşa Kobanê vegot.

CIVÎNEKE KOMUNÊ Û BANDORA WÊ

Nûçegihanên ku tevlî civîneke komunê bûne, ku pirsên lezgîn ên rojane lê çaresre dibin, vediguhezînin ku di civînê de jineke bi navê Hêvî Zora li ser mijara perwerdehiyê rexne li dirûtiyê aniye. Zoarav dibêje, ''Çima hin dewlemen û hin endamên hikûmta xweser zarokên xwe dişînin dibistanên Lazkiye, Heleb û Şamê yên Ereb lê yên din perwerdehiya bi Kurdî dibînin?''' Li gorî Le Monde Dîplomatîqueyê piştî bi heftiyekê biryarnameyek hate derxistin û hemû memûrên rêveberiya xweser ku zarokên ku dişînin dibistana rejîmê hatine cezakirin.

REWŞA KANTONA CIZÎRÊ

Hakim Xalo, Hevserokê Meclîsa Yasadanînê ya Qamişloyê dibêje, ''Li vir, li kantona Cizîrê dewletê ti tiş belav nedikir. Pergala navendî bi ti awayî civakên etnîk û dînî nedidîtin. Îro rejîma Sûriyê dibêje qey wê dîsa vegerin dema beriya 2011an lê niha gelek Ereb tevlî nav pergala xwerêveberiyê dibin. Di meclîsên sivîl ên Reqa, Tebqa Minbic û Dêrazorê de cih digirin. Hay jê çêbûne ku bi civaka xwe re ji ya beriya niha zêdetir têkildar dibin.''

TIL EBYAD Û GEFA TIRKAN

Kovar destnîşan dike, li gel ku li Til Ebyad (Girê Spî) salên 1960'î Ereb li herêmê hatine bicihkirin û xaka Kurdan ji dest wan hatiye girtin jî Kurd bi hîsa tolhildanê nêz nebûne, yek ji kesê ku erdên wan ji dest wan hatî standin Reşad Kurdo dibêje, ''QSD dema ku Til Ebyad ji DAÎŞ'ê rizgar kir, bera kesî neda. Erdên me yên ku beriya bi 50 salî Ereban dest li ser danî ji wan nehaye standin. Em ê li benda çareseriyeke siyasî bin.''

Kurdekî dî yê ku li garajê dixebite dibêje, ''Em bihiştê jî ava bikin Ereb wê baweriya xwe bi me neyînin. Dibêjin qey Kurd dixwazin serwerî wan bibin.  Û em em ditirsin ku tişta ku Tirkiyê li Efrînê kirî ew jî li vir bikin.''

Kovar dibêje, ''Efrîn..çi dema ku em vî navî dibêjin, çavê muxatabê me tije dibin. Dagirkirina vê kantonê ya ji hêla dewlta Tirk ve bûye travmayek''.

TÊKILIYA PARADOKSÎ YA DI NABEYNA KRUDAN Û DYA'YÊ DE

Kovar piştî ku helwesta Rûsyayê û Koalîsyona Navnetewî ya li ser Efrînê destnîşan dike, piştre berê xwe dide Qendîlê. Nûçegihan bi Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altun re diaxivin. Kovar dibêje, ''Piştî ku Tebaxa 2018'an fermandarê Êzîdî Mam Zekî bi fûzeyeke Tirk suîkast lê hatî kirin, cara pêşî ye ku rayedarekî payebilind ê PKK'ê ji nûçegihanan re diaxive. Tevahiya hevdîtinê droneke ku xuya nedikir li ser serê me dikire vinevin. Di bin pelên daran de Altûn xwînsar bû.''

Altûn ê ku ji kovarê re axivî têkilî rewşa herêmê dibêje ''Îro li her deverê nakokî hene. Destpêkê ti niyeteke stratejîk a Amerîkiyan nebû ku destekê bidin QSD'ê. Kurd baş dizanin ku DYA emperyalîst e. Lê em mecbûr in ku vê têkiliya paradoksî bidomînin, ji ber ku taloke li ser hebûna me heye.''

Altûn li ser biryara DYA'yê ku xelat danîbû ser sê rêveberên PKK'ê jî û got, ev biryar nîşan dide, ''bê ka tifaq çendî li ber şikestinê ye''.

Du nûçegihan dosyayê wiha diqedînin: ''Lîstikên desthilatdariyê yên di navbeyna hêzên mezin de û şer, bi hemû tundiya xweli xaka Sûriyê dixe''.