Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 42'an de ye. Kurdistaniyên ku êrîşên li ser Efrînê protesto dikin, li gelek bajarên Ewropayê bi şiyara 'Efrîn wê bi ser bikeve' daketin qadan.
KOPENHAGEN: Kurdistaniyên li Danîmarkayê dijîn bi pêşengiya Kongreya Star û PYD'ê li ber avahiya Parlamentê li hev civiyan û bêdengiya Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê ya li pêşberî êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. Mîtîng bi qîrîna dirûşmên "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" û "Bijî berxwedana Efrînê qediya.
STUTTGART: Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, konê nobedê yê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hê jî li meydana Schloss Platzê ye. Ji pêkhateyên "Platforma Xwedîderketina li Efrînê" aktîvîstên Arbeitskreis Internationalismus duh nobeda çalakiyê dewr girt. Di çalakiyê de li ser êrîş û komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike agahî tên dayin. Her wiha bi wêneyan bal tê kişandin ser komkujiyên ku dewleta Tirk li sivîlan kiriye.
BERN: Li paytexta Swîsre Bernê, bi banga "Platforma Xwedîderketina li Efrîn-Rojava" Kurdistanî tevî dostên xwe duh li Bahnhofplatzê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê şermezar kirin. Aktîvîstên platformê li gelek cihên bajêr belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin û dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Ewropa fînanse dike, Tirkiye lê dide", "Bijî berxwedana Efrînê" qîriyan.