Kurdên li Îngilistanê alîkarî ji xelkê li Şehbayê re şandin
Kurdên li Îngilistanê Brîtanyayê alîkarî ji malbatên hewcedar ên li Şehbayê re şandin.
Kurdên li Îngilistanê Brîtanyayê alîkarî ji malbatên hewcedar ên li Şehbayê re şandin.
Kurdên li Îngilistanê dimînin, alîkarî ji malbatên hewcedar ên li kamp û malên nîvwêranbûyî yên li Şehbayê re şandin.
Ev alîkarî ku ji pereyan pêk tê, bi rêya Heyva Sor a Kurd û Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê tên belavkirin.
Li gorî Heyva Sor a Kurd, pereyên hatine şandin wê li zêdetirî hezar û 400 malbatên li kampan û malên zirardîtî werin belavkirin, her malbatek wê 200 hezar lîreyên Sûriyeyê wergire.
Alîkarî li şêniyên li Kampa Berxwedan, navçeya Fafînê hatin belavkirin. Tê payîn ku wê li niştecihên li kampên Serdem, Efrîn, Şeba û Vegerê, gundên Şehba û navçeyên Şera û Şêrawayê werin belavkirin.