Kurd xwedî li cenazeyên artêşa Tirk jî derketin
Dewleta Tirk nehişt ku cenazeyên leşkerên di şer de mirin ji aliyê malbatên wan ve bên rakirin. Heyva Sor agahî da malbatan û bi vî rengî cenaze spart axê.
Dewleta Tirk nehişt ku cenazeyên leşkerên di şer de mirin ji aliyê malbatên wan ve bên rakirin. Heyva Sor agahî da malbatan û bi vî rengî cenaze spart axê.
Dewleta Tirk hemû pîvanên hiqûqa şer û nirxên însanî bin pê dike. Lê li aliyê din YPG bi ti awayî tawîzê ji van pîvanan nade.
Hêzên Tirk ku bi gotina, "Ez ê dagir bikim, ez ê tarûmar bikim" tevî artêşa azad û DAIŞ'ê êrîşî xeta Şam-Helebê û Kerkûk-Şengalê kir, têk çû. Tirkiye û komên wê yên çete ku ketine pêvajoyeke zor û zehmet, di şexsê gelê Kurd de dixwazin şoreşa Sûriyeyê bifetisînin. Dewleta Tirk û çeteyên wê, ku ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve polîtîkaya înkar û tinekirinê dimeşînin, hê jî hewl didin tine bikin.
NIKARIN PÊŞÎ LI MEŞA AZADIYÊ BIGIRIN
Tirkiye, ku komên artêşa azad di bin sîwanekê de li hev civand û her roj bi rengekî bê eman êrîşî gelên Bakurê Sûriyeyê dike, têk diçe û ev têkçûna wê li Efrînê zelal bû. Artêşa Tirk û çeteyên wê bomberdûmaneke giran her roj li herêma Efrîn/Şehbayê dikin. Bajarê Reqayê, ku paytexta DAIŞ'ê ye û ji aliyê Erdogan ve weke bajarê xîlafetê tê dîtin, ji dest diçe. Dewleta Tirk ku ji Rûsyayê li benda hêviyê ye û dixwaze hevsengiya li herêmê biguherîne, li Sûriyeyê ber alî bû. Dewleta Tirk ku nikare xwe li destketî û prestîja Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û gelên Sûriyeyê rabigire, dike nake nikare pêşî li meşa azadiyê ya gelan bigire.
HEYVA SOR SPART AXÊ
Dewleta Tirk ku endamekî NATO ye, asê maye. Erdogan gelên li Sûriyeyê dike dijminê xwe û dixwaze destketiyên Rojava û Kurdan tine bike. Êrîşa ku dewleta Tirk li Ezazê koordîne kir û bi komên artêşa azad hate plankirin pûç bû. Komên çete yên Tirk li Eyn Deqnê gelek kuştî dan û zêdeyî 10 cenazeyên çeteyan di destê hêzên YPG'ê de man. Hêzên YPG'ê ji bo rakirina cenazeyan bang li malbatan kirin, lê encamek ji vê bangê derneket. Malbatan xwestin cenazeyên xwe rakin, lê dewleta Tirk nehişt. Artêşa Tirk ku di şer de xwedî li miriyên xwe dernakeve, mohra xwe danî binê rewşeke din a sosret. Heyva Sor a Kurd, cenazeyên çeteyan li Efrînê spart axê.