Kurd: Piştî ku DAÎŞ têk çû dewleta Tirk seferber bû!
Alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd got, ''DAÎŞ piştî ku dîsa hate şikandin dewleta Tirk hemû derfetên xwe seferber kirin. Divê gelê me derkeve qadan.''
Alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd got, ''DAÎŞ piştî ku dîsa hate şikandin dewleta Tirk hemû derfetên xwe seferber kirin. Divê gelê me derkeve qadan.''
Alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd derheqê êrîşa hevdemî ya dewleta Tirk a li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê got, têkiliya van êrîşan bi êrîşa Hesekê ya 20'ê Çile re heye.
Kurd bal kişande ser êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Hesekê, destnîşan kir dema ku Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hatiye ragihandin 20'ê Çile DAÎŞ'ê êrîş aniye ser Hesekê, bi têkoşîna QSD'ê ev êrîş û plan hatine şikandine û diyar kir aşkere yeku dewleta Tirk li pişt van êrîşan e. Kurd bi berdewamî got, ''Dewleta Tirk xwest ku DAÎŞ'ê dîsa bîne herêmê. Piştî ku DAÎŞ têk çû dewleta Tirk kete dewrê û xwest ku tola DAÎŞ'ê hilîne. Li Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê jî eynî tişt bû. Piştî ku çeteyên wan encamek bi dest ve nanîn ew bixwe kete dewrê. Ji bo ku li herêmê atmosfera aramiyê xira bike hemû derfetên xwe seferber kirin. Di vê pêvajoyê de jî xwest ku DAÎŞ'ê zindî bike.''
Kurd bi berdewamî diyar kir tê xuyakirin ku DAÎŞ û dewleta Tirk hevkarên hev ên stratejîk, îdeolojîk in, çawa ku DAÎŞ'ê êrîş aniye ser Hesekê, dewleta Tirk jî êrîş aniye ser Eyn îsa, ji bo ku xeleka li Hesekê bişkînin ev gav hatiye avêtin û got, ''Eynî demê êrîş anîne ser Til Temirê jî. Wesayitên ku li Til Temirê diçûne Hesekê da ku destekê bidin şerê li Hesekê, kirin hedef.''
Derheqê bê ka çima xasma jî Şengalê dikin hedef, Kurd got, ''Bi êrîşa li ser Şengalê dixwazin bibêjin ku ew ê vîna gelê Şengalê qebûl nekin. Naxwazin gelê Şengalê xwe rê ve bibe. Ji ber vê jî, ji rêveberiya Şengalê gelek pêşeng kirin hedef û ew qetil kirin. ''
Têkilî bêdengiya hêzên navnetewî jî Kurd got, ''Kampa di kontrola Neteweyên Yekbûyî de li ber çavê cîhanê tê bombekirin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Dewleta Tirk îro jî vî sûcî dike. Koçber bi balafirên şer têne bombekirin. Li dijî van êrîşên dewleta tirk divê xwedî helwest bin. Bêdengiya raya giştî ya navnetewî û NY'yê kana wêrekiyê ya van êrîşan e. Dewleta Tirk a ku ji bêdengiya DYE, Rûsya û hêzên koalîsyonê distîne van êrîşan tîne.
Ev bêdengî her wiha zemîna êrîşan jî çêdike. Dike ku dewleta Tirk êrîşên qirker bidomîne. Em bang li her kesî dikin, pêşî li vê siyaseta dewleta Tirk bigirin. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe hêzê dide van komên radîkal û herêmê ber bi kaos^eve dibe. Dewleta Tirk ji bo tevahiya herêmê û cîhanê taloke ye. Îro yên li bara van êrîşan bêdeng in, wê zirareke mezin ji dewleta Tirk û van komên radîkal bibînin. Em van dewletan ki van êrîşan berpirs dibînin.''
Alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd herî dawî got li dijî êrîşên dewleta Tirk Rêveberiya Xweser wê her cure têkoşînê bidin, bang li gel kir ku derkeve meydanan û têbikoşe. Kurd got, ''Li dijî vê konsepta bi armanca tinekirina me, gelê me wê têbikoşe.''