Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava diyar kir ku şoreşa Rojava bi çêbûna YPG/YPJʹê yên parstina vê xaka kirin bi encam bû, di heman demê de Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk ku bû bingeha siyaseta rêveberiya civakî ya herêmê ku li dijî desthiladaran pêk hat û bingeha pêşeroja Sûriyeyê diyar kiriye.
Koordînasyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonên Rojava, bi boneya salvegera 5ʹan a Şoreşa 19ʹê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt tê gotin:
ʺDi dema ku li Sûriyeyê aloziyeke dîrokî û xwedî bingeheke kûr tê jiyîn, birayê me yên Sûrî rewşa şer û nakokiyên hudirîn dijîn. Rojane bûyerên kuştin, talankirin, êşkence, wêrankirin û koçberkirin pêk tên. Di vê demê de salvegera 5ʹan a Şoreşa Rojava ya pîroz ku çirûska wê ya despêkê ji Kobanê destpê kir.
Kobanaya ku di nav rûpelên xwe de gelek wateyên qehremanî, mêrxasî, fedekarî, şehadet û merdî hilgirtine, bûye Kobana Şehîd Halim, Şîlan, Arîn Mîrkan û bi sedan şehîdên ku xaka Rojava bi xwîna xwe avdane.
Ji ber mîrasên wateya wê hilgirtine, xelatên herî pîroz diyarî Rojava-Bakurê Sûriyeyê û hemû gelên wê kirine. Şoreşa herî pîroz û mîsaqa wê pêngaveke dîrokî li ser hemû astan saz kiriye. Di encmaê de YPG/YPJʹê yên parstina vê xaka dikin û bi rêbaz û displîna xwe bala hemû cîhanê kişandin ser xwe. Heta gihişt asta hêza giştî ya Bakurê Sûriyeyê QSDʹê. Bi vê boneya pîroz dike bê guman divê em aliyên siyasî û civakî jî bibîr bixin. Di vê demê de, di 21ʹê Çileya 2014ʹan de Xweseriya Demokratîk ku duyemîn destkeftin bû hate ragîhandin.
Vê rêveberiyê bi hêza xwe û bi vîna şêniyên xwe yên azad ku bi beşdarbûna hemû rengê civakê hate sazkirin, karîbû bibe resmasiyasî ya nirxên civakê ku dûrî zihniyeta destiladarên Sûriyeyê hate avakirin û ji Sûriya pêşerojê re jî bû mînaka çareseriyê. Bû mînaka demokras ku çareseriya hemû êşa gelê Sûriyeyê li ser esasê vîna biratiya gelan, felsefeya Netewa Demokratîk û azadiya jinan pêşkêş dike.
Vê şoreşê karîbû jinan bighîne hêza wê ya asayî di aliyê rêveberî, parstin û girtina biryaran. Jinên Rojava bi xebatên xwe roleke mezin di nava civakê de bi dest xistin û hatin asta ku rêveberiyê bike û bibe şirîka biryarê.
Bi vê boneyê û di her kêliyekê de em soz didin şehîdên Rojava, Şehîdên Berxwedna Tîrmehê ku em ê parstina hemû destkeftiyên Şoreşa Rojava bikin. Em ê hemû hêza xwe bixin parstina û pêşxistina nirxên Şoreşê da ku em bighêjin Rojavaya Azad û Barkuê Sûriye ya Fedar, her wiha Sûriya pireng û dewletek fedralî ku mafê hemû kesî tê de parstî be.”