Koordînasyona Rojava: Êrîşên li ser Efrînê rawestînin

Koordînasyona Giştî ya Rojava diyar kir ku Tirkiyê hewl dide çareseriya aloziya Sûriyê asteng bike û banga li gel hate kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê rawestin.

Koordînasyona Giştî ya hersê Kantonên Rojava di derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

″Tevî hewldanên dewletên herêmî û navneteweyî çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye. Lê Tirkiye bi israr êrîşî Efrînê dike, sivîlan dike hedef û bi vê yekê zagonên navneteweyî binpê dike.

Hikûmeta AKP′ê komên çete destek dike û li dijî gelê herêmên komkujiyan pêk tîne.

Êrîş û gefên Tirkiyê yên li ser Efrînê piştî civînên ku li Soçî di navbera Rûsya, Tirkiye û Îran de, pêk hatin. Ev yek nîşan dide ku destê dewletên navneteweyî jî di êrîşên li ser Efrînê de heye. Li hember vê yekê gelê me li ber xwe dide.

Em êrîşên hovane yên dewleta Tirk şermezar dikin û banga me li hêzên navneteweyî dikin ku tevlî xebatên çareserkirina aloziyên Sûriyeyê bibin.

Her wiha bang li gelê xwe yên berxwedêr dikin ku li hember êrîşan rawestin.”