Konseya Karên Derve yê Kantona Efrînê têkildarî êrîşan daxuyanî da

Konseya Karê Derve yê Kantona Efrînê têkildarî êrîş û gefên dewleta Tirk yên li ser Efrînê daxuyanîk nivîskî weşand.

Konseya Karê Derve yê Kantona Efrînê têkildarî êrîş û gefên dewleta Tirk yên li ser Efrînê daxuyanîk nivîskî weşand.Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin;

“ Dewleta Tirk a dagirker alav, tank û hejmareke mezin ji leşkerên xwe hîna li ser xaka Sûriyeyê bi cih dike. Dezgehên raghandine hinek wêneyên ku Cebhet El-Nusra maşîneyên artêşa Tirk ser sînor li berambetî kantona Efrînê bi cih dikin.

Her wiha Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan gef li kantona Efrînê dixwe û dibêje bila YPJ/YPG`ê ji Efrînê derbikevin. YPJ/YPG`ê zarokên vê axê ne û parastina welatê xwe dikin.

Em weke Desteya Têkiliyên Derve ya kantona Efrînê bang li cîhanê dikin sînor ji Tirkiyê re deynin û dawî li dagirkeriya wê bîninʺ.