Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê di roja duyemîn de ye
Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî di roja duyemîn de dewam dike.
Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî di roja duyemîn de dewam dike.
Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî ku bi dirûşma "Bi hev re em aştiyê belav bikin" doh li Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê dest pê kir, di roja duyemîn de ye.
Di kongreyê de kesayetên oldar, mezhebî û siyasetmedar ên ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komsera Komîteya Amerîkayê ya Navneteweyî ya Parastina Azadiyên Olî Nadine Menza û nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinên Sûriyê, Konra Star, Yekitiya Suryanî, Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê, Meclisa Rûspiyên Eşîran beşdar bûne.
Her wiha kesayetên ji tevahî cîhanê yên misilman, xiristiyan, cihû, zerdeştî, hindû û kakeyî jî peyamên nivîskî û dîmen şandin kongreyê.
Di roja duyemîn a kongreyê de, wê belgefîlmek têkildarî tecrubeya Rojava were pêşandan. Her wiha wê nûnerên êzidî, zerdeştî, cihû, xiristiyan û misilman biaxivin.
Mijara ku îro nîqaş li ser bê kirin wiha ye: "Faktorên ku bi navê olan li dijî gelan hatin bikaranîn û bûn sedema binpêkirinan?"
Di dawiya kongreyê de wê plansaziyek ji bo dema bê were amadekirin.