Kongreya Îslamê ya Demokratîk di pêvajoya civaka exlaqî û polîtîk de bi rola xwe radibe

Delal Xelîl anî ziman ku ew li hemberî nexweşiyên civakî têdikoşin û diyar kir ku Kongreya Îslamê ya Demokratîk bi rola afirandina civaka polîtîk û exlaqî radibe.

Hevseroka Kongreya Îslamê ya Demokratîk Delal Xelîl têkildarî Kongreya Îslamê ya Demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih tê anîn, ji ANF'ê re axivî.

Delal Xelîl bal kişand ser atmosfera demê ku çirûskên Şoreşa Rojava belav bûn û got, "Bi Şoreşa Rojava re gelek bûyer qewimîn. Li gelek herêman hate xwestin ku dest li nirx û baweriyên gelê herêmê bê werdan. Bi taybetî bi rêya medrese, ol, bawerî û kesayetên naskirî xwestin berê şoreşê biguherînin û bikin şoreşeke Îslamî ya siyasî. Di pêvajoyeke bi vî rengî de DAÎŞ li herêmê rabû. Hebûna DAÎŞ'ê ji bo gelê Rojava gefeke mezin bû. Haya her kesî ji vê hebû. DAÎŞ'ê li herêmê destpêkê xwe li medreseyan bi rêxistin kir. Bidestxistina medreseyên li herêmê wê bihata wateya belavbûna Îslama radîkal û siyasî li herêmê. Ji bo têkbirina vê jî gelê herêmê di çarçoveya wezîfe û berpirsyariyê de berê xwe da fikrê Îslama Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan. Ol ku em weke rêxistiniyeke civakî, dîrokî û çandî dinirxînin heta roja îro hate berevajîkirin û bi belavbûna DAÎŞ'ê ya li herêmê re me dest bi lêkolînkirina Îslama Demokratîk kir."

JI YEKÎTIYA OLAN BER BI KONGREYA ÎSLAMÊ YA DEMOKRATÎK VE

Delal Xelîl ragihand ku wan destpêkê di sala 2014'an de weke Yekîtiya Olan xwe bi rêxistin kirin û got, "Me destpêkê xwe li Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin kirin. Di sala 2021'ê de bi kongreya 2'yemîn re weke Kongreya Îslamê ya Demokratîk me karên xwe dewam kir. Ola Îslamê diviyabû bi berfirehî bihata nirxandin. Ji sedî 90 ê xelkê Rojava Misilman e. Gihandina Misilmanên zane û rasteqîn tê wateya rêvebirina rast a civakê. Gava me ya herî girîng jî avakirina meclîsên jinê li nava Kongreya Îslamê ya Demokratîk bû. Me ev meclîs di encama têkoşîneke mezin de ava kir. Ji ber ku dema mirov bala xwe bidin rêveçûna ol û baweriyan, di dîrokê de jin li derveyî vî karî hatiye hiştin."

PEYMANA MEDÎNE DIBE ESAS

Delal Xelîl anî ziman ku ew di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kar dikin û têkildarî Komîteya Fetwa jî got, "Ola ku bû amûrek ji berjewendiyên siyasî ji aliyê her kesî ve li gorî xwe hatiye şîrovekirin. Her kesî li gorî nêrîna xwe ya siyasî nêrîna gel a li ol guhertiye. Komîteya me ya Fetwayê di çarçoveya fikrên Kongreya Îslamê ya Demokratîk Quranê û suneta Pêxemberê me ji xwe re dike esas. Em fetwayeke nû neafirînin. Em li dîrokê dinihêrin û jiyana Pêxember dikin esas. Di bin navê Quranê de li nava civakê gelek fetwa hatin belavkirin. Civak pê zane ku fetwa li gorî berjewendiyan bûye mîna amûrekê.

Dema ku em lêkolîn dikin, dibînin ku di bin navê olê de mirovan dikin mîna koleyan, di bin navê bihuştê de ola hatiye berevajîkirin ji bo talankirina hestên mirovan tê bikaranîn. Bi rêya fetwayê mejiyê civakê hatiye şuştin. Pîvaneke din a bingehîn a Kongreya Îslamê ya Demokratîk ew e ku xwe bi Peymana Medîneyê bi rêxistin bike. Armanca me ya esasî ew e ku Peymana Medîneyê ya ji 47 xalan pêk tê jinûve bixin meriyetê. Ji ber ku Peymana Medîneyê peymaneke ku yekîtî û hevgirtina civakê, biratiya gelan û yekparebûna ol û baweriyan ji xwe re dike esas. Lê belê fetwaya vê demê li dijî civakê tê birêxistinkirin. Hêdî hêdî li gorî fetwayan olekî nû afirandin. Têkoşîna me li dijî ola hatiye berevajîkirin, pêkanîna kongreya Îslamê ya Demokratîk e."

BI PERWERDEYEKE OLÊ YA RAST, AVAKIRINA CIVAKEKE NÛ

Delal Xelîl diyar kir ku Komîteya Perwerdeyê jî hem bi dibistanan re hem jî bi zanîngehan re di nava têkiliyê de ye û got, "Di bernameyên perwerdeyê de perwerdeya Îslamê ya Demokratîk tê dayin. Ji pola destpêkê heta pola 9'an li dibistanan dersa olî heye. Bi taybetî herikîna dîrokê ya Îslamiyetê, ol û bawerî têne lêkolînkirin.

Li Zanîngeha Rojava fakulteya me ya zanyariya olî heye. Dersên felsefe û şerîatê jî têne dayin. Bi Mele û Xetîbên li medreseyan em timî di nava diyalogê de ne. Ji ber ku yên xîtabî gel dikin Mele û Xetîb in. Mele û Xetîbên têgihiştî tê wateya afirandina civakeke têgihiştî. Xutbeyên têne dayin jî ne ew xutbe ne ku işaretê bi kevneşopiyan dike. Ew xutbe ne ku newekheviya zayendî ji holê radike, balê dikişîne ser cihê jinê di nava civakê de, rastiya malbatê dide fêhmkirin, pirsgirêkên civakî dinirxînin, yan jî çareseriyê ji nexweşiyên civakî re peyda dikin."

OLEKE LI DIJÎ DESTHILATDARÎ, ŞER Û ZILMÊ

Delal Xelîl anî ziman ku akademiyeke wan a çar salan dewam kir bi dawî bû, êdî bi rêya onlîne perwerdeyê didin, li Minbic, Reqa, Sirînê medreseyên wan hene û wê li Qamişloyê jî medreseyekê ava bikin.

Delal Xelîl ragihand ku di nava olan de zor û zehmetî herî zêde jin dikişînin û got, "Xusûsa ku em gelekî zehmetiyê tê de dikişînin ew e ku jin bêyî ku li vê bipirsin mîna ku qeder e qebûl dikin. Bi Kongreya Îslamê ya Demokratîk em dixwazin vê têgihiştinê bi dawî bikin. Ji bo oleke rasteqîn divê em destpêkê jinan bi rêxistin bikin. Li dijî desthilatdarî, dewlet, hegemonya, zilm û şer divê em olekê biafirînin. Ev ol jî ola Pêxember bi xwe ye."