Kongra Star: Gelê Efrînê li dijî dagirkeriyê berxwedanê didomîne

Kongra Star têkildarî salvegera dagirkirina Efrînê daxuyanî da û destnîşan kir ku xelkê Efrînê li ber dagirkeran serî netewand û bi derfetên kêm li dijî dagirkeriyê berxwedanê didomîne.

DAXUYANIYA KONGRA STAR

Meclîsa Kongra Star bi minasebeta salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de, di kesayeta şehîd Tekoşîn, Barîn, Avesta, Karker Rojhat û Îlan de hemû şehîdên berxwedana Efrînê hatin bibîranîn û hat destnîşankirin ku wê bi bîrdoziya azadiya jin û felsefeya netewa demokratîk berxwedana têkbirina dagirkeriyê  bidome, vegera gel a ji bo Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî pêk were.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker 20’ê Çileya 2018’an bi 72 baleferên şer herêma Efrînê bi awayekî hovane bombebaran kiriye, zarok, jin, kal û pîr qetil kirine, binesaziya herêmê hilweşandiye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên navnetewî û NY û saziyên mafên mirovan li hemberî hovîtî û binpêkirina pîvanên exlaqî bêdeng mane.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 6 salên dagirkeriyê de jî kuştin, girtin, revandin, destdirêjî  dewam kiriye û wiha hat domandin: “Ev sûcekî şer e. Bi taybetî pêkanînên dijî jinan de sûcê şer e. Li kêleka wê dixwazin di meha Adarê de ya ku Newrozê hembêz dike de, komkujiyan pêk bînin. Herî dawî zarokê bi navê Ehmed Medê kuştin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelên Efrînê ji 7 salî heta 70 salî bi hemû pêkhateyên xwe ve bûne şervanên doza azadiyê û wiha hat gotin: “Bi  teybetî dayîkên ku dibêjin, ‘Em bê zarok dikarin jiyan bikin, lê bê rûmet û welat em nikarin jiyan bikin’ asta berxwedanê nîşan dide. Di qonaxa duyemîn a berxwedana Serdemê de û li kampan tevî derfetên kêm, siyaseta qirkirin û dorpêçê jî, bi hêviya misogerkirina vegera Efrînê li ber xwe didin.”

Pêkanîn dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê di daxuyaniyê de bi tundî hatin şermezarkirin û bang li NY, saziyên mafên mirovan û civaka navnetewî hat kirin ku zextê li ser dewleta Tirk a dagirker bikin da ku hemû herêmên dagirkirî vekişe.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku wê li ser bîrdoziya azadiya jinê û felsefeya netewa demokratîk têkoşîn were bilindkirin û hat gotin: “Em ê li ser şopa şehîdan, ji bo pêkanîna armancên wan, heta têkbirina dagirkeriyê  û vegera gel a ji bo Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî berxwedanê bidomînin.”