Kongra Star: Faşîzma Tirk sûcê mirovahiyê dike

Koordînasyona Kongra Star êrîşa dewleta Tirk a bi balafira bêmirov a li ser Kobanê şermezar kir.

Koordînasyona Kongra Star têkildarî êrîşa dewleta Tirk a bi balafira bêmirov a li ser Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de êrîş hate şermezarkirin û wiha hate gotin: "Ev êrîş ne ya yekemîn e, beriya vê jî êrîşên wiha li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş çavê her kesê pêk hat. Lê mixabin civakata navnetweyî bê sebeb tu helwest li hemberî êrîşên li dijî serdestiya dewletên cîran nedaye. Ev bêdengî dihêle ku binpêkirinên faşîzma Osomanî komkujî, sûcên şer û sûcên dermirovî bi taybet li dijî hebûna Kurdan û bi projeya wan a mirovî zêdetir bibin."

Kongra Star bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan erka xwe ya mirovî pêk bînin.