Kongra Star: Em ê li dijî êrîşan têkoşînê mezin bikin

Kongra Star a herêma Firatê bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta Tirk ya li dijî Kobanê şermezar kir û soza xurtkirin têkoşîn û berxwedanê da.

Dewleta Tirk duh bi balafireke bê mirov maleke sivîlan li rojhilatê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de du kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn. Bertek û nerazîbûnê li dijî êrîşê her ku diçe zêde dibe.

Kongra Star a herêma Firatê li qada Jina Azad bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir.  Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star Macîde Hesûn ve hate xwendin.

‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN‘

Hesûn anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşan dixwaze vîna gelê herêmê lewaz bike û got: “Li dijî êrîşan bersiva herî xurt, mezin kirina berxwedanê ye. Tu hêz nikare vîna me bişîkîne û ji holê rake. Kobanê ya Kobaniyan e. Dê wiha jî bimîne. Em ê tu carê li dijî van êrîşên ji derveyî mirovahiyê re bêdeng nemînin. Em ê bi hemû gelên ku daxwaza azadiyê dikin re têkoşînê mezin bikin û em ê dawiya faşîzma dewleta Tirk a dagirker bînin.“

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bimre bêbextî" bi dawî bû.