Konferansa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû

Konferansa ji bo asta perwerdehiyeke bilind a zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin, bi eşkerekirina encamnameyê ve bi dawî bû.

Konferansa ji bo asta perwerdehiyeke bilind a zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin, bi xwendina encamnameyê ve bi dawî bû. Konferansa ji aliyê Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Efrînê ve li Kampusa Rojava ya Zanîngeha Rojava hate kirin, bi reşnivîsa belgeyên ji bo hîndekariya bilind hate nirxandin.

Konferansa ku mamosteyên ji zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, akademîsyen, xwendekar, rêveberên zanîngeh û akademiyan û gelek siyasetmedar û rewşenbîr tevlî bûn du rojan dom kir. Piştî pêşnûmeya belgeya ji bo hînekdariya bilind a perwerdehiyê hate xwendin û şûnde gotûbêj hate kirin. pêşnûmeya ku xal bi xal hate destgirtin û pêşniyarên beşdarvanan hate girtin, li ser rexne û guhertina benda ji bo ji nûve amadekirina reşnivîsa belgeyê biryar hate girtin.

Encamanameya konferansa du rojan dom kir wiha ye:

“Konferansa Yekemîn a Zanîngehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rojên 19 û 20’ê Cotmeha 2018 bi dirûşmeya “Zanîngeh qada têgihiştina heqîqet û nasnameya civakî ye” lidar ket. Beriya her tiştî konferansa me di demeke dîrokî de ku şoreşek heye pêk hat. Di nava mercên şoreşê de sazkirina xebatên zanîngeh û akademîk hem zehmet û hem jî watedar in. Di nava 3 salên dawî yên şoreşê de destpêkê Efrîn, piştre Cizîrê û herî dawî Kobanê zanîngehên xwe vekirin. Ji destpêka şoreşê ve bi dehan akademî jî perwerdeyên xwe di gelek warên pisporî de pêkanîn.

Di encama vê tecrûbeya salan derket holê ku tevî kedeke mezin û watedar jî, di warê xwendina bilind û akademîk de pirsgirêk me yên pergalî hene. Ev yek hem di navbêra herêman û hem jî di nava herêmê bi xwe de tê jiyîn. Lewre jî di warê zanîngeh û akademiyan de yan ku di xwendina bilind û pisporî de pêwîstî bi pergaleke hevpar hate dîtin. Ev pergal ne ku hemû zanîngeh û akademî bibin mîna hev lê di rêgezên giştî de xwe bigihînin hevpariyekê. Ev rêgez jî ji bo rêveberiyeke demokratîk, pergaleke nirxandina asta serkeftinê ya bi edalet, tevlîbûna îradeya jinê, beşdarî û temsîliya demokratîk a xwendekaran û akademî û zanîngeheke xweser û demokratîk în.

Li ser vî bingehî konferansa me destpêkê raporên her sê zanîngehan yên kar û xebata perwerdê hatin xwendin û nirxandin. Di bingeh de jî li ser belgeya “Rêvebernameya Saziya Xwendina Bilind”rawestiya û bi tevlîbûna delegeyên mamoste, xwendekar, rêveber û xebatkarên akademiyan û ji her sê zanîngehan 2 rojan nîqaş meşandin. Li gel vê belgeyê, belgeyên “Rêvebernameya Giştî”, “Rêvebernameya Rêzkarî û Çareseriyê”, “Nirxandina Asta Xwendekar”, “Rêvebernameya Meclîsa Xwendekaran” , ya “Rêvebernameya Meclîsa Jinê” hatin nîqaşkirin.

Delegeyên beşdar bi tevlîbûneke berfireh a 2 rojan vîna xwe ya demokratîk nîşandan. Di encamê de ji bo pergaleke hevpar a zanîngeh û akademiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaveke dîrokî hate avêtin. Dîsa konferansê de biryardarî hate nîşandan ku li ser vê bingeha bi hêz, her zanîngeh û akademî di warê pergala akademîk de hîn zêdetir asteke bilind ji xwe re weke armanc danin.”