Konê li Kobanê yê li dijî tecrîdê di roja duyemîn de ye

Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, konê ku roja Yekşemê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vedan di roja duyemîn de bi serdanan dewam dike.

Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya Ocalan, li qada Şehîd Egîd 19'ê Kanûnê çalakiya kon hate destpêkirin.

Çalakiya ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Tevgera Jin ên Ciwan ên Herêma Firatê pêk tê di roja duyemîn de ye.

Her roj saet di navbera 10:00-15:00 de li binê kon nobed tê girtin. Di roja duyemîn a nobedê de endamên meclîsên navçe û şaredariyên Kantona Kobanê amade bûn.

Çalakiya kon wê roja Sêşemê bi dawî bibe.