Komxebata NRLS a li Qamişlo didome
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî yê di komxebata NRSL’ê de axivî, diyar kir ku divê aliyên siyasî berjewendiyên xwe yên kesî bidin aliyekê, ji bo berjewendiyên gelê Kurd xebatê bikin.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî yê di komxebata NRSL’ê de axivî, diyar kir ku divê aliyên siyasî berjewendiyên xwe yên kesî bidin aliyekê, ji bo berjewendiyên gelê Kurd xebatê bikin.
Li hola Efrîn a li Qamişloyê, komxebata “Dîdara nakokiyên kurdî-kurdî, pirsgirêk û çareserî” ku Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) organîze kiriye, dest pê kir. Gelek berpirsên partiyên siyasî yên Kurd, kesayetên Kurd, rewşenbîr û hiqûqnas beşdarî komxebatê bûne.
Di destpêka komxebatê de endamê NRLS`ê Rakan Şêxî axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Şêxî bal kişand ser rola dewletên dijberî doza kurdî ya hewldanên derxistina nakokiyên di navbera aliyên kurdî de û piştrast kir ku dijminên gelê Kurd bi derxistina nakokiyên di navbera partiyên siyasî de hewl didin berjewendiyên xwe li ser hesabê gel pêk bînin.
Şêxî wiha domand: “Em bi rêya vê komxebatê dixwazin van nakokiyan û rewşa Kurdan û Kurdisanê guftûgo bikin û bi rêya pêşkêşkirina nêrînên cuda, bigihêjin nêrîneke kurdî ya giştî û nîştimanî.”
KOMXEBAT JI SÊ BEŞAN PÊK TÊ
Li gorî bernameya komxebatê, di beşa yekemîn de wê raporek der barê nakokiyên kurdî-kurdî de were pêşandan. Lêkolîneke giştî girêdayî destpêkirina wan nakokiyan ji serdema 20`emîn û heta îro were xwendin, nexasim li Bakur û Başûrê Kurdistanê.
Di beşa duyemîn de wê rewşa siyasî, civakî û pêvajoya ku tevgera kurdistanî tê re derbas dibe, xetereyên li dijî hebûna Kurdan bi taybet siyasetên dijber û guhertina demografîk ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve li dijî herêmê tê kirin, werin nirxandin.
Tê payîn ku di beşa sêyemîn de jî pêşniyarên girêdayî çareseriyên stratejîk û nêrînên girêdayî pêşeroja doza kurdî di pêşerojê de, werin girtin.
EBDÎ: KOMXEBAT DIKARE NELIHEVKIRINA BIDAWÎ BIKE
Ebdî di destpêka axaftina xwe de behsa girîngiya komxebatê kir ku pêşniyar û nêrînên dê werin pêşkêşkirin dê astengiyan ji holê rakin û nakokiyên kurdî bi dawî bikin.
Ebdî wiha axivî: “Çendîn şer bidomin û nakokî derkevin, divê nakokiyên kurdî li pêşiya pêkanîna yekitiya kurdî nebin asteng. Beriya niha jî û ji gelek salan ve li gelemperiya Kurdistanê gelek nakokiyên êşîrî derketin, lê ew li pêşiya partiyên siyasî û civakê nebûn asteng ku li dora doza Kurd kom bibin.”
Mezlûm Ebdî wiha domand: “Di civakan de bi giştî nakokî derdikevin, ne tenê li cem Kurdan. Gelek gelên ku nakokî di navbera wan de hebûn, niha bûne civakên herî xurt, ji ber ku xwe kirin yek û nakokî derbas kirin.”
Ebdî piştrast kir ku li gorî nakokiyên ku di navbera gel û civakên din de derketine, nakokiyên di navbera aliyên Kurdî de derketine yên herî kêm in. Her wiha Ebdî diyar kir ku ev îsbat dike ku gel û hêzên siyasî yên Kurd, tê gihiştine ku nakokî li dijî dîtina çareseriyan e û her tim hewl didin wan nakokiyan ji holê rakin û wiha pê de çû: “Ji ber ku bidawîkirina nakokiyan çareseriya tekane ya doza Kurd e.”
‘DIVÊ BERJEWENDIYÊN KURDAN ESAS BÊN GIRTIN’
Ebdî di axaftina xwe de behsa pêkanîna yekîtiya Kurd kir û destnîşan kir ku ji bo wê divê aliyên siyasî hemû berjewendiyên xwe yên kesayetî deynin aliyekî û ji bo berjewendiya gelê Kurd kar bikin.
Ebdî wiha berdewam kir: “Mudaxeleya dewletên dagirkerên Kurdistanê nahêle ku hêzên siyasî yên Rojava bibin yek. Di vê dawiyê de û li ser bangewaziya QSD`ê ji bo pêkanîna yekitiya Kurd, gelek pêşketinên erênî çêbûn û nakokiyên siyasî yên di navbera aliyên kurdî de dê di demeke kin de ji holê rabin.”
Ebdî bibîr xist ku li ser mijarên giştî yên yekitiya Kurd hatine lihevkirin û nakokiyên mayî ne cewherî ne û dê bi demê re çareser bibin. Ebdî di dewama axaftina xwe de ev yek zelal kir: “Em dikarin bi rihetî bibêjin ku sedemên îdeolojîk û siyasî tune ne ku yekitiya kurdî li Rojava pêk neyê. Ji bo pêkanîna yekitiyê divê her du alî fedakarî û tawîzan bidin.”
Mezlûm Ebdî piştrast kir ku QSD bi alîkariya Amerîkayê vê însiyatîfê didomîne heta ku bi ser bikeve.
Komxebat bi xwendina lêkolîna ku NRLS`ê amade kiriye, didome.