Komxebata li Eyn Îsa dewam dike

Komxebata bi pêşengtiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi muxaleftên Sûriyeyê re ji bo siberoja Sûriyeyê binirxînin hatin ba hev, li Eyn Îsa di roja duyemîn de dewam dike.

Nêzî 100 nûnerên li gel Bakur û Rojhilatê Sûriye, ji Tartûs, Şamî Lazikiye, Hûmûs, Hema, mîna Şehba yên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê, dîsa ji Belçîka, Elmaya, Swîsre, Tirkiye, Lubnan, Misirê muxalefetên Sûriye yên Ereb, Kurd, Suryanî, Asûrî, Eremî û Tirkmen beşdarî komxebatê bûn.

Kesên tevlî komxebatê bibûn ev tişt anîn ziman:

Di komxebatê de Basil Kiwêfî, Besam Hisên, Şepêla Rêya Guhertina Aştiyane Fatih Camûs, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan, Deham El-Setam, ji Partiya Nûjen Îbrahîm El-Selac, endamê Têkiliyên Derve yê PYD‘ê Salih Muslim, ji Heyet El-Tensîq – Tevgera Guhertin Xelef Dawûd, Ebdulqadir Miwehed, serokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersum û Ferhad Hemo axivîn.

‘REJÎM TI TIŞT JI BO GEL NEKIRIYE’

Di axaftinan de hate gotin ku gelê Sûriyê hewcedariyê azadiyê ye, rêjîm tiştek pêşkêş nekir, hemû rêxistinên derve yên li Sûriyeyê xwedî siyaset in, siyaseta wan jî ne li gorî gelê Sûriyê ye. Rêxistinên ku banga mirovahiyê dikin, di derbarê êrîşên hovane û rijandina xwîna li herêmên Sûriyê de ti helwest nîşan nedane.

‘ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ KRÎZÊ KÛRTIR DIKE’

Axaftvanan diyar kir ku piraniya koçberên li kampên Bakurê Sûriyê naxwazên vegerin cihê xwe, ji ber ku êdî baweriya wan bê rêjîmê nayê.

Her wiha hate destnîşankirin ku li gorî raporan pêwîstiya 18 milyon kesan bi alîkariyê heye. Her wiha derdora 6 milyonan koçber û zêdetirî 5 milyon penaberan bê xwarin, yek ji 3 dibistan hatine rûxandin û ji sedî 35 ava qirêjî bi kar tînin.

Di axaftinan de her wiha hate gotin ku gelê Sûriyê di welat de têne koçberkirin û li pêşberî karesatekê ne, li Efrînê gel rastî her cure şîdet, koçberkirin ji aliyê komên çete ve tên û li Şehbayê di kampan de şert û mercên zehmet dibînin, dagirkeriya Tirkiyeyê sedema mezin a aloziya Sûriyê ye. Banga cudakirina rewşa siyasî ji biryarên siyasî û parastina mozayîka civaka Sûriyê û rêgirtina li ber krîzên mirovî hate kirin.

Di vê mijarê de bal kişandin ser rewşa jinan di aloziya Sûriyê de û wiha hate gotin: "Komên çekdar şidetê li jinên Sûriyeyê dikin. Jin ji aliyê çekdarên terorîst mîna DAIŞ‘ê ve li bazaran hatin firotin, bajarê Reqayê şahidê vê yekê ye."

Her wiha hate destnîşankirin ku herêmên Bakurê Sûriyê bi saya hêzên ku ji aliyê şêniyên gelê Sûriyê ve hatine avakirin, aram in.

DI RÊBAZA XWERÊVEBERIYA DEMOKRATÎK DE ŞEKLÊ HIKÛMETÊ

Piştî rûniştina komxebatê ya bi sernavê ‘Di krîza Sûriyeyê de rewaşa mirovî’ hate kirin û şûnde, Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûriye (MSD) Îlhan Ehmed di beşa duyemîn a rûniştinê de li ser mijara ‘Di Modela Rêbaza Xwerêveberiya Demokratîk De Şeklê Hikûmetê’ nirxandin kir.

Ehmed ev nirxandin kir: "Nenavendiya demokratîk wekî têgeh ji Sûriyê derket û di encama hewcedariya civakê bi rêbazekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera dewlet wekî sîstem û civakî de derket. Armanca me ya pêşkêşkirina vê modelê wekî hêsankirina rêbazên nêzîkirina di navbera nakokiyan de û lêgerîna çareseriyê ku her kes jê razî be ye, her wiha wiha pêkanîna ewlehiyê. Nenavendîbûyîna demokratîk rêbazê pêkanîna azadiyê û mîsogeriya mafê civakê ye.

Demokrasî rengek ji rengê têkiliyên xwezayî yên civakî ye. Lê di encamên pergalên desthilatdar a navendî winda bû. Ji ber ku Sûriye yek ji herêmên Rojhilata Navîn bermahiyên civaka xwezayî bandore li ser jiyana xelkê heye. Mîna adet û çand ku dikevin xizmeta civakê û li dijî pêngavên sîstemên kapîtalîst ên li ser civakên herêmê disekine.

Bi pêşketina netewedewlet re piştî pêşketina şoreşên gelêrî li qada Ewropayê ku li Fransayê destpê kir û sereriya tebeqeya burjuvazî li ser encamên van şoreşan, bingeha avabûna netewedewleta navendî derket ku yek sînor, yek dewlet, yek al, yek netewe wekî dirûşme esas girt, di encamên hemû destkeftiyên ketin xizmeta yek partî, an yek malbat an jî yek malikekê.

Ji bo fêmkirina nerîna dewleta navendî, divê têkiliya di navbera desthilatdarî û dewleta navendî de bê naskirin, têkiliya di navbera her duyan pir nêz e, li ku derê dewlet hebe tê wateya ku desthilatdarî jî li wir heye, desthilatdarî jî tê wateya ku hemû cih û pîvanên jiyanê û civakê ji perwerdeyê heta artêş, aborî û siyasetê bixe bin kontrola xwe. Nehêle ku gel nefesê bikişîne.

Di vir de li vê cihê cografîk ji xaka Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevgirtina hemû pêkhateyên civaka Sûriyê ji bo demokrasiya Sûriyê heye û tevî saziyê wê hate ragihandin. Ev yek mînakek civaka Sûriyê ye, demokrasiya wê bi hemû alav û armancên rastiya wê dide xuyakirin, projeya nenavendiya Sûriya Demokratîk çarçoveya ku destûra demokratîk dide xuya kirin, dike ku ji nû ve Komara Sûriya Demokratîk li ser têgihîştina medenî û mekanîzmaya birêxistinkirinên nû, ava dike.

Neteweya Demokratîk yek ji girîngtirîn rêgezên ku Rêveberiya Xweser li ser tê ava kirine. Ew ruhê avakirina sîstema rêveberiyê ye. Çawa em sîstema netewedewletê red dikin ji ber ku rastiya civaka Sûriyê dernaxe holê, Rêveberiya Xweser jî nikare li ser esasê niştîmanî ya olî-dînî be. Neteweya demokratîk li ser esasê hevgirtina çandan û nasnameya niştîmanî ava bûye, ew esasê sîstema Rêveberiya Xweser e. Di çanda neteweya demokratîk de nasname û çanda olên civakê înkar nake. Berovajî wê ew çandan dide domandin.”