Komxebata Hiqûqê ya Efrînê bi dawî bû

Komxebata hiqûqê ya duyemîn ku têkildarî sûcên li dijî mirovahiyê yên li Efrînê hate lidarxistin, bi dawî bû.

Bi pêşengiya Rêxistina Lêkolîn û Mafên Jinan a Sûriyê, Rêxistina Însiyatîfa Hiqûqî, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê, Komxebata Hiqûqî ya Duyemîn a der barê sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li kantona Efrîn a dagirkirî de li bajarê Qamişloyê hate lidarxistin.

Komxebat li ser sê beşên sereke bû, tê de li ser sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê, sûcên li dijî jinên Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve û rêbazên lêpirsîna sûcdaran li gorî qanûnên navneteweyî, hatin nîqaşkirin.

Endama komîteya amadekar Heyhan Elî encamnameya komxebatê xwend.

Di encamnameyê de wiha hate gotin:

"Komxebata duyemîn a li ser sûcên dermirovî li Efrînê di 30.01.2021’an de li Qamişlo bi beşdariya zêdetirî 150 beşdarên ji hundirê Sûriyê û derveyî wê li dar ket. Di komxebatê de behsa sûc dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê yên li dijî kantona Efrînê hatin nîqaşkirin. Bi rêya nîqaş, girtina nêrîn û pêşniyaran li ser hin xwestekan lihevkirin çêbûn û wiha ne:

-Destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk li xaka Sûriyê, sûceke dijminahî ya li dijî serweriya dewleta Sûriyê ya ku endamê NY’yê ye. Destwerdana dewleta Tirk li Sûriyê, binpêkirina eşkere ya mîsaqa NY’yê û qanûnên navneteweyî ye.

-Divê xebat li ser bidawîkirina dagirkirina Sûriyê ji hêla dewleta Tirk ve were kirin, her wiha divê xebat ji bo garantiya vegera koçberan li warên wan bi sponseriya navneteweyî pêk bê.

-Sûcên ku dewleta Tirk li dijî jinên li Efrînê pêk tîne, sûcên qirkirina komî ye û divê li pêşa civaka navneteweyî werin eşkerekirin.

-Divê ji NY’yê were xwestin ku komîteya lêpirsînan a navneteweyî ji kantona Efrînê re were şandin, da ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê li Efrînê pêk tîne werin lêpirsînkirin.

-Divê bang li NY’yê û aliyên navneteweyî yên têkildar were kirin ku li hember sûcên li dijî bi sed hezaran koçberên li Efrînê, berpirsiyar bin û sûcên koçberkirina bizorê ya bi armanca guhartina demografî û sûca qirkirina etnîkî, wek sûcekî şer a li gorî sîstema Roma ya bingehîn a 1998’an bihesibînin û rakin dadgeha sûcan a navneteweyî.

-Divê têkilî bi aliyên navneteweyî, akademisyen, lêkolîner û çalakgeran re pêk bê, da ku dosyayan li ser sûcên li Efrînê pêk tên amade bikin û pêşkêşî dadgehên navneteweyî ya Ewropî bikin, her wiha têkilî bi xizmên qurbaniyên li Ewropa û Amerîkayê re pêk were.

-Divê bernameyeke navneteweyî ya tawîzên ferdî û komî ji bo tevahî qurbaniyên bi destê dewleta Tirk a dagirker çêbûne re, were avakirin, bi taybet jin û zarokan.

 -Divê têkilî bi dezgehên çapemeniyê yên cîhanî, amadekarên belgefîlman re were danîn û xebata eşkerekirina sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê dikin, were kirin.

-Divê komîteyeke herêmî û navneteweyî ya şopandina biryar û perspektîfên ji komxebatê derketine, were avakirin û lidarxistina komxebat û forumên bê yên têkildarî vê yekê werin amadekirin.