Komxebata 'Bi Tezên Azadiyê Şoreşa Jinê' li Tebqayê hat lidarxistin

Akademiya Jineolojiyê û Akademiya Zanistên Civakî di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêk Kurd re çareseriya siyasî” li Tebqayê bi sernavê “Bi Tezên Azadiyê Şoreşa Jinê” komxebatek li dar xist.

Akademiya Jineolojiyê û Akademiya Zanistên Civakî di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêk Kurd re çareseriya siyasî” li Tebqayê bi sernavê “Bi Tezên Azadiyê Şoreşa Jinê” komxebatek li dar xist. Komxebat li Akademiya Şehîd Adar Harûn a Kombûna Jinan a Zenûbiya hat lidarxistin. Zêdeyî 200 jin ji gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî komxebata bi zimanê Erebî bûn. Di komxebatê de pirtûka tezên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi zimanê Erebî hatiye amadekirin û broşurên li ser jiyana Abdullah Ocalan hatin belavkirin.

Di komxebatê de sînevîzyona şert û mercên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parêznameyên xwe nivîsandine, qada parastinê û pergala êşkenceya Îmraliyê bi eleqeyek mezin hate pêşwazîkirin.

Di komxebatê de çar tezên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinê ji aliyê endamên Akademiya Jineolojiyê û Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve ji beşdaran re hatin vegotin.

Di komxebatê de li ser encamên lêkolîn û nîqaşên Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Heleb-Şehbayê, bi pêşkêşiya Zehrîban Hisên hate kirin. Hisên, rêbaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dîrokê û nêzîkatiya wî ya li ser dîroka jinê vegot û girêdana dîrok û rastiya sosyolojîk û pêwîstiya şîrovekirina dîrokê bi perspektîfa jinê anî ziman.

Piştre li zer zayendperestiyê ji aliyê endama Akademiya Rêbertî ya Zanistên Mirovî ya Dêrik û Hesekê Eylûl Rizgar ve hat xwendin. Eylûl got: "Destanên olî û efsanewî, felsefî û zanîstî berhema hişmendiya zilaman a desthilatdaran e. Ji bo rizgariya jinan pêwîst e jin tê bikoşin û zilaman biguherînin." Eylûl diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev yek wek kuştina zilamperestiya hegemonîk bi nav kir û ev jî pêwîst e ji armancên şoreşa jinan be.

Mijara sêyemîn a li ser jinan û malbatê ji aliyê berdevka navenda Jineolojî ya Minbicê Mêrvet Mehmûd ve hat xwendin. Mêrvet di vê mijarê de got: "Bêyî jinan stûn û banî hildiweşin. Jin rêbaza yekane ku dikare malbateke şad ava bike. Rola wê di îstîqrara derûnî de mezin e."

Mijara çaremîn jî ji aliyê berdevka navenda Jineolojî ya Tebqayê Mariya El Meter ve hat xwendin. Mariya El Meter got: "Hevjiyana azad li ser wekheviya di navbera herdu zayendan de ava dibe û dûrî koletî û bindestiya herdu aliyan. Hevjiyana azad têkoşîna azadî û wekheviyê li dijî hemû cûreyên koletiyê ye. Pêwîstiya wê bi pêşxistina nirxên bingehîn ên civakê heye."

Piştî axaftinan li ser pêşniyar û nêrînan encamnameya komxebatê hate xwendin. Di vê çarçoveyê de hate destnîşankirin ku divê bê armanckirin ku tezên azadiyê veguherînin peymana civakî ya jinan, tezên azadiyê bigihînin hemû gelên komun û meclîsan û ev lêkolîn bên belavkirin.

Komxebat bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.