Komploya Navneteweyî li Tebqa û Reqayê hate protestokirin
Şeniyên Tebqa û Reqayê daketin qadan û Komploya Navneteweyî protestokirin.
Şeniyên Tebqa û Reqayê daketin qadan û Komploya Navneteweyî protestokirin.
Bi boneya salvegera 24ʹan a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Kombûna Jinan a Zenûbiyayê li Tebqa û Reqayê meş li dar xistin.
TEBQA
Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên Tebqayê meşek ji pêşiya Parka Şehîd Hevrîn Xelef a li taxa Sêyemîn a bajarê Tebqayê dest pê kir.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Bi têkoşîna gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin", "CPTʹyê hevkarê tecrîda li Îmraliyê ye" û "Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan komployeke li ser gelên bindest e" hatin hildan.
Meş li qada Agirkujê ya li taxa Duyemîn veguherî mîtîngê. Bi navê Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê Semîra Hebeş axivî. Semîra Hebeş got: "Komploya 15ʹê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan komploya herî mezin di dîroka mirovahiyê ye û destpêka qonaxeke dîrokî ye. Rêber Abdullah Ocalan kedeke mezin da têkoşîna li dijî zulmê û hegemoniya hêzên mêtînger û pergalên dîktator."
Semîra Hebeş anî ziman ku Komploya 15ʹê Sibatê ji bo gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz rojeke reş e. Her wiha bêdengiya CPT û hêzên navneteweyî ya li hemberî pergala îşkenceyê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêkanîna projeya neteweya demokratîk û şopandina xeta Rêbertî, her wiha lidarxistina çalakiyên bi banga azadiya wî ya fîzîkî wê dewam bikin heta ku azadiya Rêbertî were mîsogerkirin."
Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.
REQA
Li Reqayê bi pêşengiya Kombûna Jinan a Zenûbyayê bi dehan jin li dijî komployê meşiyan.
Meş ji pêşiya navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya ber bi çerxerêya Neîm ve dest pê kir.
Jinan pankartên bi nivîsên "Bi îradeya jina azad em ê tecrîdê bişkînin û azadiyê mîsoger bikin", "Bi têkoşîna gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin" vekirin û bênavber dirûşmên "Hilweşe komploya 15ʹê Sibatê" û "Bê serok jiyan nabe" berz kirin.
Li çexerêya Neîm, rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Îtîmad Xelef daxuyaniya kombûnê xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin sedema sereke ya revandina Rêber Ocalan têkbirina hemû pêvajoyên aştî û fikrên demokratîk li herêmê û Rojhilata Navîn e.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Em soz didin rêberê mirovahiyê yê ku doza jin û gelên bindest parast ku em ê bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî" têkoşîna xwe geş bikin. Em ê rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan biparêzin. Em jin em ê dengê xwe bilind bikin heta ku Rêbertî azad bikin. Hebûna Rêbertî çareserî û rêya yekane ya pêkanîna aştiyê li cîhanê ye. Em soz didin şehîdên xwe şehîdên azadiyê ku em ê têkoşîna wan dewam bikin heta ku Rêbertî azad bibe."
Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan, hêzên navneteweyî û NYʹyê hate kirin ku erkên xwe bi cih bînin û tavilê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin û Rêber Abdullah Ocalan azad bikin.