Komploya 9’ê Cotmehê li Şehbayê protesto kirin

Ciwanan li Şehbayê bi meşeke meşaleyî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê di çarçoveya pêngava "Em ê teqez bi serkevin" de, meşek ji bo protestokirin komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lidar xist.

Meşa ku ji gundê Til Sosîn destpê kir bi sedan ciwan tevlî bûn. Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, pankartên "Na ji dagirkeriyê re, na ji tecîrda li dijî Rêber Apo re, em ê teqez bi serkevin" hildan û dirûşmeyên şeremzarkirina dagirkerî, tecrîdê û silavkirina berxwedana gelê Kurd qîr kirin.

Meş li ketina kampa Serdemê rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtin bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pê re salvager êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî hatin protestokirin. Hate gotin ku armanca komployê çewiandina nasnameya gelê Kurd û fikir û felsefeya demokratîk li Rojhiatla Navîn e.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew ê têkoşîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya pêngava "Em ê teqez bi serkevin" berdewam bikin heta rêbertî azad bikin.

Ciwanên şoreşger bang li CPT'ê kir ku bi cidî li doza girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binere û gotin: "Bi hêz û têkoşîna ciwanan em ê hemû komployan têk bibin û Rêber Abdullah Ocalan azad bikin."

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.