Komploya 15'ê Sibatê: Li çar kantonan bi deh hezaran kes li qadan e

Di salvegera komploya 15'ê Sibatê de li çar kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deh hezaran kes daketin qadan.

Ji bo şermezarkirina komployê û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li çar kantonan li heft navendan gel li qadan e.

Dikandaran ji bo şermezarkirinê dikanên xwe girtin, li Kantonên Cizîr (Dêrik, Qamişlo, Hesekê), Firat (Kobanê), Şehba û Reqayê û Helebê (Şêxmeqsûd û Eşrefiyê) bi deh hezaran Kurd, Ereb, Suryan û Ermen daketin qadan.

Şêniyên ji Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa, Koçerat û Beravê jî li qada Azadî ya li bajarê Dêrikê li hev kom bûn. Girseya gel ber bi Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve dest bi meşê kir.

Girseya gel a ji navçeyên Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê li qada Soman Sebrî ya li Qamişloyê li hev kom bû û ber bi Stada Şehîdên 12'ê Adarê meşiya.

Şêniyên ji navçeyên Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê jî li qada Şehîd Arîn Mîrkan a li Hesekê li hev kom bûn û ber bi qada Sebaxê ve meşiyan.

Xelkê Sirîn û Eyn Îsayê jî tevî şêniyên Kobanê li qada Şehîd Arîn Mîrkan li hev kom bû û ber bi kolana 48'an dimeşe.

Şêniyên Kantonê Efrîn-Şehbayê li navçeya Fafînê ya Şehbayê li hev kom bûn.

Xelê Dêrazor, Minbic û Tebqayê li xaçerêya jinê ya Reqayê li hev kom bû û ber bi xaçerêya Neîm ve meşiya.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî ji ber Salona 8'ê Adarê meşê destpê kir û wê li xaçerêya Zeytûnê ya li Eşrefiyê bi dawî bibe.