BI DÎMEN

Komplo li Reqayê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li Reqayê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi meşekê hate şermezarkirin.

Bi hezaran şêniyên kantonên Reqa, Minbic û Tebqayê bi meşeke navendî ya girseyî Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir. Meşê ji Qada Jina Azad a li bajarê Reqayê dest pê kir.

Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan, alên QSD’ê û pankartên "Bi fikrê neteweya demokratîk em ê hilweşînin Komploya Navneteweyî û “Bi îradeya gelan em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin" hatin hildan.

Li Çerxerêya El Neîm endama Rêveberiya Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Reqayê Laşîn Ebdullah axivî û got: "Dewletên kapîtalîst komplo li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dar xist. Em ê tê bikoşîn heta ku azadiya fîzîkî ya rêberê xwe bi dest bixin. Em ê li ser şopa fikrên wî bin ku ji gelan re ronahî ne."

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid jî got: "Ji axa Firatê, ji bajarê Ebdulselam El Icêlî em Rêber Abdullah Ocalan silav dikin. 25 sal e komplo berdewam e. Ev roj, roja reş e ku hêzên li ser hesabê gelan projeya xwe ava kirin, li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anîn."

El Ebid bang li gelên herêmê kir ku hevgirtî bin, li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan bin ji bo ku azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.