Komên çekdar ên hewl didin bikevin Zîbanê di bin dorpêça QSD’ê de ne
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku wan du komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê yên ku hewl didan bikevin navçeya Zîban a Dêrezorê, dorpêç kirine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku wan du komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê yên ku hewl didan bikevin navçeya Zîban a Dêrezorê, dorpêç kirine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD′ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku du komên çekdar ên girêdayê hikûmeta Şamê hewl didan bikevin navçeya Zîbanê ya rojhilatê Dêrazorê, ketine çembera hêzên wan.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Hêzên me du komên çekdar ên girêdayî saziya ewlekariyê ya rejîma Şamê dorpêç kirin. Her du kom ji bajarê Meyadîn ê li rojavayê Çemê Firatê bêyî ku bibin hedef, derbasî navçeya Zîban a li rojhilatê Dêrazorê bûn.
Hêzên me ji bo ewlekarî û aramiya herêmê tevdîrên lezgîn girtin û ewlehiya sivîlan bi hêsanî gihandina herêmên ewle yên gundên derdorê misoger kirin. Her wiha rê nade komên çete ku sivîlan tev li kiryarên terorîstî bikin heta ku komên çekdar tune bikin û wan neçar bikin ku teslîm bibin.
Di şer de hinek çekdar hatin kuştin û hinek din jî birîndar bûn. Kuştî û birîndarên çekdaran veguhestin herêmên rojavayê Çemê Firatê yên di bin serweriya rejîma Sûriyeyê de. Di êrîşên bêserûber ên bi hawan û obîsan de ku ji aliyê herêmên rejîmê yên li rojava Firatê ve hatin avêtin, hinek şênî birîndar bûn û ziyan gihiştin milkên wan."