BI DÎMEN

Koçer: Bi mezinkirina pêngav û berxwedanê em dikarin tecrîdê bişikînin

Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer got, "Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser tevahiya herêmê ye. Bi yekîtiya gelên Rojhilata Navîn em dikarin tecrîdê bişikînin."

NEWROZA ROJAVA

Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer têkildarî pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî.

Hesen Koçer bi bîr xist ku meha Adarê ji bo gelê Kurd û gelê herêmê girîng e û şehîdên 12'ê Aadrê yên li Qamişloyê, her wiha şehîdên Helebceyê bi bîr anî. Hesen Koçer diyar kir ku di 15'ê Adarê de gelê Sûriyeyê li dijî zilma dewleta Sûriyeyê rabû ser piyan, bi meşeke mezin a aştiayne xwest sîstema heyî biguherîne û got, "Lê belê weke ku tê zanîn tevî ku 13 sal di ser re derbas bûne hîn jî komkujî û mirin li Sûriyeyê dewam dikin. Pirsgirêka Sûriyeyê çareser nebûye. Lê belê pirsgirêka Sûriyeyê veguheriye şerê komên çekdar. Ji ber van komên çekdar gelê Sûriyeyê ketiye nava rewşeke xerab. Heta niha li Sûriyeyê krîza aborî û siyasî dewam dike. Bêguman tevî van hemûyan êrîşa dewleta Tirk a li ser Sûriyeyê, dagirkirina gelek bajaran pirsgirêk hîn giran kir. Guhertina demografîk, koçberkirina bi milyonan mirovî ji Sûriyeyê, şehîdbûna zêdeyî 500 hezar kesî, nîşan didin ku pirsgirêka Sûriyeyê çiqasî giran e. Ji aliyê siyasî ve jî pirsgirêka Sûriyeyê hîn nehatiye çareserkirin."

Hesen Koçer ragihand ku hin hêzên navneteweyî ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê bikevin nava hin hewldanan jî hewldanên gelekî cidî nînin ji ber ku gelê Sûriyeyê di nava van hewldanan de nîne. Hesen Koçer destnîşan kir ku hevdîtinên li Cenevre û Astanayê rewşa Sûriyeyê hîn giran kir.

Hesen Koçer got, "Eger çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê tê xwestin, divê vê yekê gelê Sûriyeyê bi xwe bike. Hêzên navneteweyî nikarin pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin. Jİ ber ku ev hêz li berjewendiyên xwe difikirin, li berjewendiyên gelê Sûriyeyê nafikirin."

Hesen Koçer anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wan projeyeke demokratîk afirandin û got, "Gelê Sûriyeyê hêviya xwe di nava vê projeyê de dibîne. Ji ber ku ya ku karîbû li ser piyan bimîne Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Gel hemû bi hev re lê dijîn, Kurd, Ereb, Suryan hwd. her kes di nava vê sîstemê de bi rengekî azad û bi rûmet dijîn. Ev yek projeyeke deomkratîk e û dikare hemû pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike."

Têkildarî Newroza 2024'an jî Hesen Koçer got, "Newroza îsal wê li ser esasê azadiya fîzîkî ya rêberê neteweya demokratîk Rêber Apo be. Pêngava azadiya Rêber Apo hem li cîhanê hem jî li herêma me dewam dike. Eger tecrîda li ser rêberê neteweya demokratîk neyê rakirin wê êrîşên li ser gelan timî dewam bikin. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî tecrîdê wezîfeya her mirovên welatparêz, xwedî exlaq û mirovane ye. Newroza îsal wê li ser vî esasî bê lidarxistin û ji ber vê yekê jî divê tevlîbûneke xurt li Newrozê bibe. Bi vî rengî em dikarin tecrîdê bişikînin. Bi esasî tecrîda li ser xwe, tecrîda li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tecrîda li ser her çar parçeyên Kurdistanê bişikînin. Bêguman dagirkerî û êrîşên komkujiyê dewam dikin. Newroz ji xwe têkoşîna li dijî zilmê ye. Em îro bi ruhê Newrozê dijîn. Li dijî zilmê, dagirkeriyê û mejiyê ku dixwaze civakê qetil bike, em têdikoşin û têkoşîna me wê dewam bike. Em ê Newroza îsal veguherînin berxwedanê, ji ber ku Newroz rojeke nû ye. Ne tenê di Newrozê de em ê di her rojê de têbikoşin, li ber xwe bidin ku azad bibin."