Koçberên Efrînî: Ji bo vegera li Efrînê em ê heta mirinê li ber xwe bidin
Koçberên Efrînî yên li Şehbayê di bin dorpêçeke giran de ne, destnîşan kirin ku ji bo vegera li Efrînê ew ê heta mirinê li ber xwe bidin.
Koçberên Efrînî yên li Şehbayê di bin dorpêçeke giran de ne, destnîşan kirin ku ji bo vegera li Efrînê ew ê heta mirinê li ber xwe bidin.
Piştî dagirkirina Kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, bi hezaran welatî ji bo parastina rûmeta xwe berê xwe dan herêma Şehbayê û tevî şert û mercên zehmet jî 6 sal in têkoşîna jiyanê didin. Ji aliyekî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji aliyê din ve jî dorpêç û ambargoya hikûmeta Şamê welatî bêzar kiriye. Hemû derfetên jiyanê li ser xelkê hatine qutkirin.
JI ALIYEK DORPÊÇ Û JI ALIYÊ DIN JÎ ÊRÎŞ
Yek ji şêniyên Efrînê Selwa Ehmed Şêxo ku li Kampa Berxwedan a Koçberan dimîne, diyar kir ku beriya êrîşên dagirkeriyê ew li ser cih û warên xwe bi awayekî aram dijiyan û wiha domand, “Dewleta Tirk a dagirker bi awayek hovane êrîşê me kir û hemû dar û berên me talan kir. Ji ber êrîşên giran em neçar man berê xwe bidin Şehbayê. Ev 6 sal in em li Şehbayê di nava dorpêça hikûmeta Şamê ne û bê navber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li hemberî me dewam dikin. Ji aliyek êrîş û ji aliyê din dorpêç. Ji ber dewleta Tirk a dagirker êrîşê qadên binesaziyên civakî û stasyona petrolê kir, vê zivistanê di warê peydakirina sotemeniyê û pêdiviyên jiyanê de em zehmetiyan dikişînin.”
Ehmed Şêxo jî destnîşan kir ku ew ji bo rojek vegerin Efrîna azadkirî li ber xwe didin û got ku ew ê li Şehbayê heta dawiyê ji bo rûmeta xwe li ber xwe bidin.
‘EM Ê HETA DAWÎ LI BER XWE BIDIN’
Zelox Qasêm jî behsa şert û mercên giran ên jiyanê kir û ev tişt got, “Em li Şehbayê di rewşeke gelek xirab de ne. Ji ber dorpêç û êrîşan em ji hemû derfetên jiyanê bêpar mane. Jinên ku xwarinê çêdikin ji ber nebûna gazê neçar dimînin li ser êzingan an jî paporan xwarinê çêkin. Ji ber sobeyên êzingan ji bo konan xeterî çêdike, dibe bi yek carê agir bi konê bikeve. Şert û merc ji ber vê gelek zehmet bûye. Ji bo em vegerin Efrînê li dijî van zehmetiyan em li ber xwe didin.”
Ebdullrehman Şekiro jî nerazîbûn nîşanî dorpêça hikûmeta Şamê û êrîşên dagirkeriyê da û wiha axivî, “Ev nêzî 2 hefte ne şevên me di tarîtiyê de derbas dibin. Bi findan em derdora xwe ronî dikin. Find jî tenê nîv seatê dewam dike. Ji ber dorpêçê piraniya xizmetên tenduristî hatine seknandin. Eger mirovek nexweş bibe, em nikarin biçin nexweşxaneyê xwe derman bikin. Li dijî dorpêç û êrîşên dagirkeriyê em berxwedanek bê mînak nîşan didin. Armanc rojek em bi awayek bi rûmet vegerin Efrînê ye.”