Kobanê xweşik bûye

Tişta ku bala mirovan di bajaran de dikşîne kolanên fereh, qad û park in. Kobanê jî di hersê aliyan de pêşketî ye.

Tişta ku bala mirovan di bajaran de dikşîne kolanên fereh, qad û park in. Kobanê jî di hersê aliyan de pêşketî ye.

Dema ku mirov dikeve bajarê Kobanê mirov dibîne ku her dever zindî ye. Her der bi mirov re dikene û dibêje, ‘’Bi  her zayînê re arinc hene’’.  Dema ku em vê mînakê bidin ber Kobanê ew  êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û berxwedaniya vî bajarî bûn arinc û Kobanê wek dergûşekî bihêz li ser lingan sekinî, niha jî her tişt xweşik û nû bûye.

Kolana 48 ku mezintirîn kolan e, seranserî xwe dar û çîçek têde hatine çand in. Her wiha li derdora qada jinê û navenda bajêr jî parkek mezin heye. Ev park wek pişikên bajêr her kes xwe lê digre û bihna xwe lêvedide.

Şaredarî û şêniyên Kobanê di nav liv û tevgerê de ne û bajar xweşiktir bikin. Dema ku me pirsa, ‘’çima her diçe bajar xweşiktir dibe?’’ ji neşteciyekî Kobanê pirsî, got, ‘’A niha em hîs dikin ev bajar ê me ye, dema rejîma  Beaasê qet kêfê me bi bajêr ne xweş bû. Rejîma Beasê li me anî bû ku em bi çavê mîvan li xwe binihêrin lê niha wek tu dibînî em niha bi çavê ku bajar mala me ye lê dinihêrin,  lewma jî her kes di cem xwe de pê kêfxweş e"

Tevî van gavên pêşketî jî lê gorî çavdêriya me û gel gazindan dike ku şaredarî di nav  kolan û qadên sereke de sînordar mayê, taxên wek Kaniya Kurdan û ser rêka Helebê pêwîstiya wan jî bi gaveke wiha heye ku wek rengê navend û rêkên sereke yên hundirê bajêr werin dîtin.