Kobanê bû pêşengê ruhekî nû yê berxwedanê

Hevserokê Meclîsa Qanûndanînê ya Reqayê Xalid Bekir diyar kir ku Kobanê ruhekî nû yê berxwedanê afirandiye û malovanî ji projeya rizgarî, hêvî û paşeroja gelan re kiriye.

Hevserokê Meclîsa Qanûndanînê ya Reqayê Xalid Bekir bi wesîleya savlegera rizgarkirina Kobanê ji ANF'ê re axivî.

Xalid Bekir diyar kir ku DAÎŞ ji bo îradeya gelê Kurd bişikîne êrişî Kobanê kir û got, "Ji ber ku li Rojava yekemcar îradeya gelê Kurd derketibû pêş. DAÎŞ'ê ev yek bi tena serê xwe nekir. Piştevan û avakarên DAÎŞ'ê êrişî Kobanê kirin. Kobanê bi rengekî mezin li ber xwe da."

Li ser berxwedana Kobanê Xalid Bekir got, "Kobanê ruhekî berxwedanê li dîrokê hişt. DAÎŞ a ku li ti cihî kesî xwe li ber nedigirt, li Kobanê li berxwedaneke mezin rast hat. Dewleta Tirk jî ji bo ketina Kobanê gelekî hewl da. Dewleta Tirk ji destpêkê ve piştgiriya ji bo DAÎŞ'ê kêm nekir. Berxwedana ku li Kobanê hate nîşandan li tevahiya cîhanê belav bû. Bi taybetî piştî banga Rêber Apo ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê ciwan pêl bi pêl herikîn Kobanê û tevlî berxwedanê bûn. Bi sedan ciwan tevlî berxwedanê bûn, şer kirin û şehîd bûn. Li kolanên Kobanê hêvî û dîmenên berxwedanê li pêş bûn. Komên ciwanan li her devera Kobanê berxwedaneke mezin û neteweyî nîşan didan. Bi sedan ciwanên enternasyonalîst ji bo tevlî berxwedana Kobanê bibin hatin. Ev yek ruhê berxwedanê û hêviya azadiyê ya li Kobanê raxist pêş çavan. Dildarên azadî û îradeyê ji her cihî berê xwe didan Kobanê. Kobanê bi vî ruhî rizgar bû.

Têkçûna DAÎŞ'ê ya li Kobanê gava destpêkê ya têkçûna wê li herêmê bû. Lewma dewleta Tirk heta niha jî êriş dike."

Xalid Bekir diyar kir ku di şerê Kobanê de yek ji bûyerên ku herî zêde bandor lê kir wiha vegot; "Dema ku gel koç dikir, şervan gelekî li ber diket, xemgîn dibûn. Digotin, xwezî em şehîd ketibûna lê me ev dîmenên koçkirinê nedîtibûna. Ji xwe wan şervanan hemûyan heta dawiyê li ber xwe dan û şehîd bûn. Dema ku mirov diket nava kolanên Kobanê, bêhna berxwedanê ji her derê dihat. Ruhê berxwedanê li her derê bû. Kobanê ji xwe bi vî ruhî li ber xwe da û DAÎŞ têk bir.

Semboleke din a berxwedana Kobanê şervanên YPJ'ê bûn. Li cîhanê yekemcar jinan pêşengî ji şer û şoreşê re dikir. Li Kobanê jinan ne tenê şer dikirin, di heman demê de fermandarî dikirin, şer bi rê ve dibirin. Ji xwe ji ber vê yekê li cîhanê deng veda."