Koalîsyonê îdîaya li ser êrîşa li dijî hêzên rejîmê red kir

Koalîsyona navneteweyî ku DYA pêşengiyê jê re dike, îdîaya li ser êrîşa li herêma Dêra Zorê ya li dijî hêzên rejîma Sûriyeyê red kir.

Ajansa Nûçeyan a Rejîma Sûriyeyê SANA îdîa kiribû ku balafirên koalîsyonê êrîş birine ser hêzên Sûriyeyê.

Rayedarekî koalîsyonê ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku li herêma hatiye gotin, êrîşeke hêzên Amerîkî ya jî koalîsyonê nebûye.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku ew nizanin bê êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin, lê herî kêm 38 şervanên alîgirê rejîmê hatine kuştin.

Êrîş li dijî çeperên hêzên rejîmê yên li herêma El Harî ya li rojhilatê Sûriyeyê hate kirin. El Harî li başûrê rojhilat ê Bûkemalê ya herêma Dêra Zorê ye.

SANA'yê îdîaya xwe spart jêderekî leşkerî û îdîa kir ku êrîş ji aliyê hêzên koalîsyonê ve hatiye kirin.

Meha Sibatê hêzên koalîsyonê li Dêra Zorê bombe li hêzên rejîmê yên êrîş birin ser QSD'ê barandibûn. Di êrîşê de herî kêm 100 şervanên alîgirê rejîmê hatibûn kuştin.