Klara Reqa: Em rizgarkirina Reqa,van kêliyên dîrokî  li Rêber Apo pîroz dikin

Fermandara QSD’ê ku yek ji fermandara Cenga Mezin, Pêngava Rizgarkirina Reqayê ye, derbarê rizgarkirina Reqa  ji Stêrk Tv re axivî û got, ‘Em van kêliyên dîrokî li Rêber Apo pîroz dikin.’’

Fermandara QSD’ê ku yek ji fermandara Cenga Mezin a Rizgarkirina Reqayê bû ji Stêrk Tv re axivî, mîzginiya azadiya Reqayê ragihand û got, ‘’em van kêliyên dîrokî di serî de li Rêber Apo pîroz dikin.’’

Fermandara QSD’ê wiha axivî:


"Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqayê, Pêngava Cenga Mezin ku hatibû destpêkirin hate dawiyê, em aniha kêliyên dîrokî, kêliyên azadiyê, kêliyên serkeftinê dijîn. Niha  di keleha DAIŞ’ê de alên keskesor, alên YPG-YPJ’ê, QSD’ê pêl bi pêl li ba dibin. Ku ji bo vê gelek berdêlên giranbiha me da.

Kêliyên gelekî dîrokî ne. Hîsên gelekî hêja û giranbiha ne. Em van kêliyan, vê rizgarkirinê, bêguman di serî de li afirînerê felsefeya jiyana azad, ê ku em hînî neteweya demokratîk, biratiya gelan kirin  û bi tîpên zêrîn bi berdêl da nivîsandin, li Rêber Apo pîroz dikin.


Her wiha dîsa li hemû şehîdên şoreşê, şehîdên ku dawiya rizgarkirina Reqayê nedîtin û berdêleke mezin canê xwe feda kirin;  li şervanên ku di çeperan de heta niha jî têdikoşin, li ber xwe didin; li hemû dayikên şehîdan, ku bi berdêl ev  keleha mêjiyê DAIŞ’ê dane hilweşandin û rizgarkirin; li tevahiya gelê xwe yê welatparêz, li kîjan parçeyê welat be, an li derveyî welat be, li Rojhilata Navîn, van kêliyan dîrokî,  vê kelecaniya xwe bi her kesî re par ve dikin û em bi van hîsan rizgariya Reqayê li wan pîroz dikin.’’