‘Kes nikare roja me tarî bike’
Bi sedan welatiyên bajarê Til Temir komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin wê tu kes nikaribe roja wan tarî bike.
Bi sedan welatiyên bajarê Til Temir komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin wê tu kes nikaribe roja wan tarî bike.
Welatiyên bajarê Til Temir û gundên girêdayî wê bi hemû pêkhateyên wê ve tevlî meşa ku ji bo şermezarkirina komploya navdewletî bi dirûşmeya “Sonda me em ê pergala Îmralî bişkînin û bi Rêberê xwe re bijîn” hatibû lidarxistin, bûn.
Meşa ku ji ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan destpê kir û di nav kolanên bajêr geriyan. Meşvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên şoreşa Rojava bilind kirin, her wiha bê navber dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” qîr kirin. Meş li Çerxeriya Biratiya Gelan veguherî mitîngê.
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê dike. Piştre li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk, Hevserokê Meclîsa TEV-DEM ya herêma Cizîrê Xelîl Osman axivî û anî ziman ku tevlîbûna girseyî ji bo meşê nîşan dide ku Rêber Ocalan, Rêberê hemû gelan e û got ku her kes xwedî li fikirê wî derketine.
Xelîl Osamn got ku azadiya Rêber Ocalan azadiya hemû gelên bindest e.
Di çalakiyê de, her wiha endama Meclîsa Zagonsaz a kantona Cizîrê Hayistan Xelef komploya 9’ê cotmehê şermezar kir û got ku hêzên kompolger wê bi vê komployê nikaribin agirê şoreaş Kurdistanê vemirînin û vîna gelê Kurd têk bibe.
Hayistan Xelef destnîşan kir ku piştî komployê bi hezaran Kurdistanî derketin kolanan û komplo şermezar kirin û diyar kir ku ev yek diyar dike ku komplo vala hatiye derxstin.
Li ser navê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriye Xelîl Îdan axivî û komplo şermezar kir, her wiha anî ziman ku komplo veguherî serhildanê û wiha pêde çû: “Hêzên komploger nedizanîn wê girtîgeha Îmralî veguhere veguhere navenda têkoşîn û serhildanê.”
Xelîl Îdan girîngiya hevgirtina gelê Kurd destnîşan kir û soza berdewamkirina xeta azadiyê dubare kir.
Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmralî û şermzarkirina komplo bi dawî bû.