Kêliyeke bi wate
Bavê Welî di destpêka ciwantiya xwe de ketiye bin fikrên Rêber Apo bi can û mal xwe daye vê dozê. Û gotiye ev doz doza min e.
Bavê Welî di destpêka ciwantiya xwe de ketiye bin fikrên Rêber Apo bi can û mal xwe daye vê dozê. Û gotiye ev doz doza min e.
Şehba. Bayê şah. Bayê şeh dike. Bêguan navekî balkêş e. Berê jî navê wê balkêş bû lê piştî ku gelê Efrînê derbasî Şehbayê bû, ev der bû cihê ku mirov dixwaze bibîne. Şehba her dem di nav gotinan de derbas dibû û lê dibe ku gelên Efrînê dema derbasî wir bû, ew der şîn kirine, di nav kampan de şênahî çandine û derdora xwe xemilandine. Van gotinan her tim wisa kiriye, ew der bibe cihekî balkêş.
EW ROJ HAT Û MIN DÎT
Her tim dihat gotin Şehba gelekî sar e. Lê mirovên li wir dijîn mirovên rojê ne, ji ber wê her tim germ in. Em ji seyareyê daketin, em sê roj bûn di rê de bûn. Lê dîmenên ku me dît, nedihişt ku em westandina xwe hîs bikin. Ligel ku embargo jî heye û hewa gelekî sar e, pêşwazîkirineke gelekî germ hebû. Her kes rû ken bû. Ew zilamê kal ê ku diyar dikir navê wî Bavê Welî ye, derfetê me çêbû ku em sûretekî wî bigirin. Bi dilnizmiyeke gelekî mezin pêşwaziya me kir. Ji me re çayeke germ xwest. Di serî de heneke bi êş bi me kir û got “Hûn ji Cizîrê hatine, we çima bi xwe re mazot neaniye.” Şermeke mezin girte ser rûyê me. Me nefeseke kûr kişand û me serê xwe bera ber xwe da. Tiştekî bihata bersivandin tunebû. Xuya bû Bavê Welî rewşa me ya şermbûnê ferq kir û dûre pirsa armanca me kir.
‘TIŞTA JI ME RE LAZIM NE MAZOT Û XWARIN E, PERWERDE YE’
Ji me pirs kir ku hûn ewqas rê ji bo çi karî hatine? Ji ber ku em hîn di bin bandora pirsa mazotê de bûn ji bo wê bi çavek melûl û wek ku zêde di wê rewşê de ne tiştek girîng be me got; ‘Em ji bo perwerdehiyê hatine.’ Bi wê bersivê çavê Bavê Welî mezin bûn û kêfxweşiyeke mezin hat ser rûyê wî û got “ Tişta ku herî zêde ji me re lazim e, perwerde ye.”
Bavê Welî di destpêka ciwantiya xwe de ketiye bin fikrên Rêber Apo bi can û mal xwe daye vê dozê. Û gotiye ev doz doza min e. Gelek bîranînên wî li ser zarê gel dihat bihîstin. Yek jî ku me bihîst ev meseleya wî bû, dema zewiciye di rojên pêşîn de, agahiyê didin ku pêwîstî heye divê bi lez hevalan bibe cihekî. Dema wê şevê derdikeve piştî sê mehan vedigere malê. Dema ku hevjîna xwe dibîne, ji xwe dipirse, ev hevjîna min e? Ev mijar him rewşek bi ken bû him jî welatparêzî û hevaltiyeke kûr bi Rêber Apo re nîşanî me dide.
XWENDINEKE DERWÊŞANE
Cihê ku em çûn gelek qerebalix bû. Bavê Welî bi rengekî rêkûpêk gor ku tê xwestin divê her kes bigihanda cihê wan. Piştî ewqas westandin, bi nav hewayeke sar de, li ber sobeya mazotê, li ser kanepeyeke kevin, kefiyeya xwe da serê xwe. Berçavka xwe ji bêrîka xwe ya rastê derxist û danî ser çavê xwe. Piştî ku li hejmara pel nihêrî, ket nav deryaya parêznameya dawî ya ‘Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk’ ya Rêber Apo. Wek ku Mewlana hewara Şems dike, wek ku Derwêş ji bo Edûlê şer dike, wek Mem li Zînê digere, Bavê Welî jî wisa çavên xwe li peyvên Rêber Apo digerand.
DEMA ME XATIR XWEST
Ev yek ji wan dîmenan e ku wê her tim di xeyalê min de bimîne. Ev wêne ne tenê bi kamerayê, heman demê min bi çavên xwe di mêjiyê xwe de jî bi cih kiriye. Ji ber ku yek ji dîmenên herî bi bandor ya şoreşê ye.
Dem hat ku em xatir bixwazin. Em li Bavê Welî mêze dikin ku gelekî kûr parêznameyê dixwîne, me nedixwest ku em lêhûrbûna wî belav bikin. Lê herî dawî jî me dixwest careke din jî li çavê wî binêrin. Piştê sê caran bang hate kirin “Heval, heval, heval.’ Bavê Welî nû serê xwe rakir û li ber me rabû, me destê hev girt û xatir xwest.