Kekê Şehîd Cûdî nerazîbûn nîşanî PDK'ê da: Nikarin îradeya me bişikînin

Kekê Şehîd Serdem Cûdî Newaf Îbrahîm nerazîbûn nîşanî PDK'ê da û got, "Girtina deriyên sînor nikare îradeya me bişikîne."

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê bi diruşmeyên şermezarkirina xiyaneta PDK'ê herikîn bin konê çalakiyê. Şandeya meclîsa malbatên şehîdan ji aliyê çalakgerên li bin kon ve hat pêşwazîkirin.

Kekê şehîd Serdem Cûdî , Newaf Îbrahîm axivî û got, "Çalakiya kon ket roja xwe ya 88'an. Bi şev û bi roj dewam dike heta ku cenazeyê şehîdan werin radestkirin." Newaf Îbrahîm her wiha sedema radestnekirina cenazeyên şehîdan pirsî.

Îbrahîm anî ziman ku bersiva PDK'ê ya ji daxwazên çalakgeran, girtina deriyê Sêmalkayê bû û wiha domand: "Eger armanca PDK'ê parçekirin û belavkirina me ye, ev tişt wê pêk neyê, ji ber ku  em şopdarên fikir û felsfeya rêbertî ne. Tu kes nikare vîna me bişkîne. Girtiya deriyên sînor nikare îradeya me têk bibe, lê belê israra me ya têkoşîn û şopandina xeta şehîdan zêdetir dike."

Kekê şehîd Serdem Cûdî got: "Girtina deriyên sînor dûrî nirxên mirovahiyê ye. PDK'ê baş dizane ku girtina deriyan bandor li morale gel nake û vîna wê naşkîne."

Newaf Îbrahîm di dawiyê de soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.