KCK'ê ji bo Hecî Smaîl ê Rojavayî sersaxî da

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo Miheme Hecî Smaîl ê Rojavayî ku beriya bi demeke kurt çûyî ser dilovaniya xwe peyama sersaxiyê da. KCK'ê got di têkoşîna azadiya Rojava de keda Hecî Smaîl zêde ye.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniya nivîskî de got, ''Em bi xemgînî pê hisiyan ku Miheme Hecî Smaîl ku li Rojavayê Kurdistanê bi welatparêziya xwe yek ji kesê mînak bû, di têkoşîna azadiyê ya Rojava de xwedî kedeke mezin bû, zêde dilsozê Rêber Apo bû û hemû gelê Rojavayê Kurdistanê jê hez dikir, çûye ser dilovaniya xwe. Em sersaxiyê didine malbatê, dostên wî û hemû gelê Kurdistanê.''

KCK'ê di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha got:

''Welatparêzê me yê hêja Miheme Hecî Smaîl beriya bi dehan sal Tevgera me ya Azadiyê nas kiriye, çûye cem Rêbertî, bi dilsoziyeke zêde ya bi Rêber Apo û Tevgera me re, malbata xwe, derdora xwe û hemû jiyana xwe bi têkoşînê re kiriye yek. Her demê, bi dilsoziya xwe ya bi têkoşînê re, di demên herî dijwar de bi berxwedêrî û keda ku dayî, kiriye ku hemû gelê Rojavayê Kurdistanê jê hez bike û hurmetê bidiyê.

Miheme Hecî Smaîl hem di Şoreşa Rojava de xwedî kedeke zêde ye û hem jî di çareseriya arîşeyên civakî de, bi rûspîtiya xwe bi risteke girîng rabûye. Li qadên ku ew lê dima û li derdoran, bi otorîteya xwe ya demokratîk, bi ser hev de aniye, moral û hêz daye. Çendî giran be jî bawerî pê aniye ku wê hew ji zor û zehmtiyan derkevin,bi karakterê xwe yê bi wê fikra ku şoreşa Kurdistanê wê bi têkoşîna bi şertên dijwar pêk were, bûye pêşengê rastî yê gel.

Li Rojava, ku malbatên şehîdan, dayikên şehîdan dîrekên şoreşê ne, Miheme Hecî Smaîl jî bûye yek ji wan stûnan ku şoreşa me li ser piyan hiştî. Heta hilma xwe ya dawî jî dilsozê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bûye. Li ser wê mijara ku Şoreşa Rojava li ser xeta Rêbertî pêk were pir hesas bûye. Miheme Hecî Smaîl ku ku hay ji keda Rêber Apo û şehîdan a di Şoreşa Rojava de hebû, li Rojava, ji bo hebûn û geşbûna vê hişmendiyê bi risteke mezin rabûye.

Miheme Hecî Smaîl hem zû Rêber Apo û Tevgera me nas kiriye û hem jî gelek qedroyên Tevgera Azadiyê li mala wî mane, her emê dilsoziya xwe ya bi van qedroyan re û tevgrê re di têkoşîna xwe da daye jiyîn.

Miheme  Hecî Smaîl bi bêrîkirina li azadiya hemû parçeyên Kurdistanê jiyaye. Em ê jî vê bêrîkirina hemû şehîdên xwe, welatê xwe bi teqezî bi cih bînin, wê Rojhilata Navîn a Demokratîk û Kurdistana azad were avakirin.''