Kargeheke mayînan û rêjeyek cebilxane kete destê QSD’ê
Di çarçoveya operasyona paqjkirina gundên Şêx Ehmed û El Bedewî El Casim de, kargeheke çêkirina mayînan û rêjeyek cebilxane kete destê şervanan.
Di çarçoveya operasyona paqjkirina gundên Şêx Ehmed û El Bedewî El Casim de, kargeheke çêkirina mayînan û rêjeyek cebilxane kete destê şervanan.
Îro di saetên êvarê de şervanên QSD′ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîre de li gundê Şêx Hamed ê dikeve bakurê rojhilatê bajarokê Siwerê, dest bi operasyona paqijkirinê kiribûn.
Di encama xebatên lêgerînê de 8 keleş û 2 hezar guleyên wê, 3 çeka B7 û 35 roketên wê, çekek BKC û 15 hezar guleyên wê, 200 guleyên doçkayê û hinek alavên leşkeri ketin destê şervanan.
Duh bi şev jî çeteyên DAIŞ′ê êrîş biribûn ser nuqteyeke şervanên QSD′ê ya li gundê El-Bedewî El-Cismî. Di encama bersivdayîna xurt a şervanan de êrîş hate şikandin û piştre jî şervanan li gund dest bi operasyonê paqijkirinê kiribûn.
Di encama operasyonê de hawaneke 120 û kargeheke çêkirina mayînan ketin destê şervanên QSD.