Kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan kêm maye bigihêje 3 milyon îmzeyan

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a li Sûriyeyê ragihand ku kêm maye ew bigihêjin armanca xwe ya ji berhevkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a li Sûriyeyê têkildarî kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan agahiyên dawî li ser malpera xwe ya înternetê parve kir.

Înîsiyatîfê bi bîr xist ku kampanyayê 9'ê Sibata 2024'an destpê kir û bi tevlîbûneke mezin a gel ji hemû pêkhateyan dewam dike.

Hate ragihandin ku di nava 35 rojên kampanyayê de 2 milyon û 876 hezar û 709 îmze hatine komkirin.

Înîsiyatîfê diyar kir ku armanca wan komkirina 3 milyon îmzeyan e û heta bigihêjin vê armanca xwe wê karê xwe dewam bikin.