Şehîd Nizhet û Cemîla hatin oxirkirin
Bi hezaran şêniyên Kantona Efrînê bi merasîmekê Nizhet Seydo û Cemîla Osman ên ku di encama teqîna topên gazê ya Ehdasê de şehîd bibûn, oxir kirin.
Bi hezaran şêniyên Kantona Efrînê bi merasîmekê Nizhet Seydo û Cemîla Osman ên ku di encama teqîna topên gazê ya Ehdasê de şehîd bibûn, oxir kirin.
Bi hezaran şêniyên Kantona Efrînê cenazeyên Nizhet Seydo û Cemîla Osman Memo yên duh di teqîna topên gazê ya li komîna Heftemîn a li navçeya Ehdas de şehîd bibûn, ji nexwaşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê wergirtin û ber bi goristana Şehîdan a li Fafînê ve ketin rê.
‘BI ÊRÎŞAN DIXWAZIN BERXWEDANÊ TÊK BIBIN‘
Li goristanê hevseroka Meclîsa kantona Efrîn, Zelûx Bekir sersaxî ji malbatên her du şehîdan û hemû şehîdên Efrînê re xwest. Bekir, bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî koçberên Efrîn yên li Şehbayê û got:“Deweta Tirk hewl dide berxwedana şêniyên Şehbayê têk bibe. Her ku berxwedana şêniyên Şehbayê zêde dibe, deweta Tirk êrîşên xwe li dijê gelê berxwedêr zêde dike."
Bekir da zanîn ku lêkolîna der barê teqînê de berdewam dike û got, eger teqîn bi plankirî be, kesên ku sûc kirine dê teqez werin cezakirin.
Piştre cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo, belgeyên her du şehîdan xwend û radestî malbata wan kir.
Teqîn duh li komîna Heftemîn a li navçeya Ehdasê dema ku alîkarî belav dikirin pêk hat û di encamê de du endamên komînê Nizhet Seydo Seydo (45) û Cemîle Osman Memo (77) şehîd bûn û 8 kesên din jî birîndar bûn.