Jinên Minbicê: Daxwaza me ew e ku em azadiya Rêber Apo misoger bikin

Jinên Minbic û gundewarên wê dibêjin ku komploya li dijî Abdullah Ocalan tenê pilaneke çewisandina fikrên wî ne. Her wiha dan xuyakirin ku wê bi rêya tekoşîna xwe Rêber Apo rizgar bikin û mafên wî yên rewa bi dest bixin.

Îro 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ye. Ev komplo ji aliyê Emerîka, Îsraîl û Tirkiyeyê ve li dijî Rêber Apo di sala 1999'an de pêk hat.  

Girêdayî mijarê, Berdevka Meclisa Jinan a Zenûbiyayê a Minbic û gundewarên wê Ruweyda Huneydel axivî û got: "Ev komploya dijmirovî ya ku di encama wê de rêberê navneteweyî û mirovahiyê dîl hate girtin, tevahî bi destê Îsraîlê û îstîxbarata Tirkiyeyê pêk hat." 

Huneydelê ev yek jî anîn ziman: " Em bi serbilindî û hemû hêza xwe piştgiriya Rêber Abdullah Ocalan dikin. Her wiha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em dê tekoşîna xwe berfirehtir û çalakiyên xwe yên weke meş, daxuyanî û axaftinan xurttir bikin.”  

Di dawiya axaftina xwe de Ruweyde Huneydelê wiha got: “Em her tim dibêjin ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ji ber ku Rêber Apo yekem rêhevalê li ser rêya jinan e û em jî weke Meclîsa Komeleya Jinên Zenûbiyayê, asta Tekoşîna xwe bilindtir dikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her tim têdikoşin”.  

Nûnera Komîteya Şaredariyên li Minbicê Mîdiya Ehmo jî wiha got: “Em komploya navneteweyî ya li dijî rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan, şermezar dikin. Her wiha em weke welatiyên Sûriyê û Rojhilata Navîn daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rakirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo dikin.” 

Mîdiya Ehmo bang li hemû rêxistinên navneteweyî û mirovahiyê kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin heya ku Rêber Apo azad bikin û got: "Rêber Apo, tekane rêya çareseriya hemû pirsgirêk û nakokiyên li Rojhilata Navîn e."