Jinên li Sêmalkayê: Heta stendina encamê em ê çalakiyên xwe bidomînin

Jin çûn serdana çalakvanên li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê gotin “Heta ku em encamê bistînin, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Çalakiya li Sêmalkayê di roja xwe ya 105’an de berdewam dike.Heyetên civakî û siyasî beşdarî çalakiyê dibin.

Heyetek ji jinên Şehba, Kobanê û Helebê îro berê xwe da konê çalakiyê yê li deriye sînor ê Sêmalkayê.

Heyet ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve hate pêşwazîkirin. Çalakvan ber bi Deriyê Pêşxabûrê ve ketin rê.

Piştre li ser navê jinên Şehba û Helebê û Dayikên Aştiyê Şazya Îbrahîm axivî û got "Em li konê rûmetê li Deriyê Pêşxabûrê daxwaz ji hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike, ji ber ku van şehîdan ji bo azadî û rûmeta gelê Kurd berdêlên herî mezin dan."

Şazya Îbrahîm wiha dom kir: "Heta wergirtina cenazeyên şehîdan em ê çalakiyên xwe bidomînin û em dev ji daxwazên xwe bernadin"

Li ser navê jinên Kobanê û Kongra Star, Felek Yûsif jî got: "Em daxwaza wergirtina cenazeyên şehîdan dikin. Dewleta Tirk a faşîst sînor girt û PDK'ê jî deriyên sînor bi ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girt. Piştî ku dewleta Tirk li derdora Rojava kemîn danîn û xendek kolan, PDK'ê jî dest bi kolandina xendekan kir. Ev hemû kiryar ji bo xizmeta dewleta Tirk a li dijî gelê Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê ye."

Felek Yûsiv da zanîn ku îxaneta PDK'ê îxaneteke ya li hember parçeyên Kurdistanê dîrokî ye.         

Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Lêgê Şêxa Enter got: "Heta ku em cenazeyên şehîdên xwe wergirin, em ê çalakiya xwe bidomînin. Girtina deriyê sînor nikare çalakiya me bi dawî bike, ji ber vê yekê em ê heta wergirtina cenazeyên şehîdan çalakiya xwe bidomînin."

Tê payîn ku endamên Desteya Darayî û komîte û rêveberiyên wê beşdarî çalakiyê bibin.