Jinên ji Rihayê: Navnîşana aştiyê Rêber Apo ye
Jinên ji Rihayê ku tevlî Meşa Azadiyê bûn, diyar kirin ku ji bo aştiyê ew li qadan e û yekane rêya çareseriyê jî Rêber Apo ye.
Jinên ji Rihayê ku tevlî Meşa Azadiyê bûn, diyar kirin ku ji bo aştiyê ew li qadan e û yekane rêya çareseriyê jî Rêber Apo ye.
'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' ku bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' destpê kir, di roja duyemîn de li Rihayê bû.
Jinên Rihayî yên tevlî Meşa Azadiyê bûn ji ANF'ê re axivîn.
Besra Delîce: Em aştiyê dxiwazin, jiyaneke bi hev re dixwazin. Em dixwazin mirovahî hemû xwedî li hev derkeve. Ji ber ku zext û zilm li ser ciwanên me heye ku paşeroja me ne. Gelek ji ciwanên me ji ber zextê neçar dimînin ku ji vê derê birevin. Em naxwazin ev bibe. Ev meş meşa ji bo azadî û yekîtiyê ye, divê her kes tevlî vê meşê bibin û piştgiriyê bidin.
DIVÊ RÊBERÊ ME BÊ BERDAN
Îslîm Demîr: Em dixwazin tecrîd bê rakirin û ji bo aştiyê gavên pêwîst bêne avêtin. Em dixwazin êdî ev zilm biqede. Em dixwazin girtiyên li girtîgehan bêne berdan. Divê zilma li Kurdan bi dawî bibe. Navnîşana aştiyê Rêber Apo ye. Em ji vir dixwazin ku Rêberê me bê berdan. Divê dewlet êdî ji bo aştiyê gavê biavêje.
Zehra Mûtlû: Em ji bo aştiyê li qadan e. Em dixwazin êdî şer biqede. Em dixwazin Rêberê me tavilê azad bibe. Divê êdî li dora maseyê bê rûniştandin û çareserî bê afirandin. Em ji gelê xwe dixwazin ku tevlî vê meşê bibe. Bila her kes ji bo aştiyê bi erk û berpirsyariya xwe rabe.
Sureyya Şaşmaz: Ji bo aştî û edaletê tevlî Meşa Azadiyê bûm. Daxwaza min a yekane aştî ye. Ji bo pêkhatina aştiyê em ê têkoşînê dewam bikin.