Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' li Dîlokê dewam kir. Di meşê de daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin.
'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' li Dîlokê dewam kir. Di meşê de daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin.
'Meşa Azadiyê û Çareseriya Demokratîk' ku bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' li Amedê destpê kir û berê xwe li Enqereyê ye, di roja 3'yemîn de li Dîlokê dewam dike.
Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de meşvan li Parka Yeşîl Sû li hev kom bûn.
Di meşê de pankarta bi nivîsa "Meşa çareseriya demokratîk" hate hildan û dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava", "Her der Rojava, her der berxwedan", "Bijî berxwedana gelê me" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn. Destpêkê parlamentera Dersimê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordû axivî.
Ayten Kordû got, "Cîhan di bin siya şer de ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzên hegemon li pey bidestxistina cihekî ne. Li Sûriyeyê bi pêşengiya jinan sîstemeke ji jiyana hevpar a gelan hatiye avakirin. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hin esas hene. Esasê destpêkê polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan e. Ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û aştiyê divê şert û mercên karkirinê bêne afirandin. Ev meş ji bo aştî û azadiyê ye. Em ê li Enqereyê hemû daxwazên xwe careke din bînin ziman. Gelê me bi hesreta aştiyê ye. Azadiya Birêz Ocalan wê aştî û jiyaneke bi vî rengî ya demokratîk ava bike."
'GEL DESTANÊ DINIVÎSÎNE'
Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete jî got, "Vê erdnîgariyê gelek zor û zehmetî dît, lê belê gelên vê herêmê li gel van hemûyan destan nivîsandin. Dewletê kujeriya xwe ava kir û mêtingehên xwe afirand. Bi qanûnan Elewî û gelên din înkar kir. Li cografya em lê ne her roj dayik digirîn, zarok dimirin û nirxên mirovahiyê têne binpêkirin. Ji bo ev nebe em bi rê ketine. Em ji bo aştî û jiyaneke hevpar têdikoşin. Ji bo avakirina aştiyê pêwîste yekîtiya civakê bê parastin. Eger civak birize û ji nirxên xwe yên cewherî dûr bikeve hingî aştî nikare bê avakriin. Di serî de li Rojava ji bo jiyana azad a gelên cîhanê têkoşîneke mezin tê meşandin. Ev têkoşîn têkoşîna me hemûyan e."
Herî dawî endamê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Serdar Tûm axivî, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got, "26 sal in Birêz Ocalan tecrîdkirî ye. Berê digotin, keştî xerabe ye. Dem guherî, niha cezayên dîsîplînê didin. Eger ji dil bin bila bihêlin ku Birêz Ocalan parêzerên xwe bibîne. Em dixwazin mafê hêviyê yê ku hiqûqa navneteweyî dide Birêz Ocalan bê naskirin."