‘Heta ku deriyên Îmraliyê nevebin, çareserî nabe’

Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo de, banga hate kirin ku “deriyên Îmraliyê bên vekirin” û berxwedana Rojava hate silavkirin.

Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê hatiye destpêkirin di roja 6’an de didome. Ji saetên serê sibehê ve gelek welatî li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatin gel hev. Di çalakiyê de beşdaran pêşmalkên “Ji şer re na” û “Rojava rûmeta me ye” li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava" û “Rojava rûmeta me ye” berz kirin.

Ji bajarên derdorê jî gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Her wiha komeke qelebalix a ji Amedê hatî jî beşdarî çakiyê bû. Çalakvanan, li ser sînor daxuyanî dan.

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray di çalakiyê de axivî. Sûltan Yaray, berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke “berxwedana rûmetê” destnîşan kir û wiha got: “Divê em Kurd li dora vê berxwedanê bibin yek. Em xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Êrîşên li wir tên kirin, li dijî destkeftiyên Kurdan e. Her çend di navbera me de sînor hebin jî, em heman gel in, em yek in. Kî bi kîjan mafan bijî, em jî dê bi wan mafan bijîn. Gelê Kurd êdî dixwaze li ser xaka xwe azad bijî. Ne bi çeteyan re, bi gelê Kurd re hevdîtinan bikin. Banga me ji bo hemû Kurdan û dostên wan e; li dora Rojava bibin yek.”

Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan jî wiha got: “Ên dibêjin ‘em xwişk-bira ne’ îro êrîşî Rojava dikin. Divê her kes bizane ku îro roja hebûn û nebûnê ye. An em ê xwedî li Rojava derkevin an jî dê bi hev re tune bibin. Heke hûn Kurdan weke xwişk-bira bibînin, wê demê van çeteyan bidin aliyekî û bi kesên hûn jê re dibêjin bira re tevbigerin. Navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd, Abdullah Ocalan e. Her kes hesaba petrola li wir dike lê birêz Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe. Bi rastî jî heke daxwaza we çareserkirina pirsgirêkê be, wê demê deriyên Îmraliyê vekin û bila her kes bizane bê Ocalan dibêje çi.”

Tanhan, axaftina xwe wiha qedand: “Rojava, dilê me ye, Rojava dilê Kurdistanê ye. Em ê dilê xwe li erdê nehêlin. Dê têbikoşin.”