Jinên Ciwan ên Reqayê li dijî komployê çalakiyek lidar xistin

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqayê li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd li Reqayê kon veda û çalakiyek lidar xist.

Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oalan hatibû destpêkirin û dîl girtin, li pêşiya Meclîsa Giştî ya Reqa çalakiya kon dan destpêkirin.

Ciwanan bi dirûşma ‘Ciwan Fedayê Rêber Apo ne’ kon danîn û pêşangehek ji wêneyên Ocalan li qadê vekirin. 

Bi sedan kes ji xelkê herêmê serdana kon dikin. 

Li vir li ser navê Meclîsa Şehîd Hêlîn Cûdî daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin ku Komploya Navneteweyî negihişte armanca xwe û got: "Yên digotin wê bi girtina Rêber Apo dawî li vê fikir û îdeolojiyê bê, negihiştin armanca xwe. Raman û felsefeya Rêber Apo belavî hemû cîhanê bûye.”