Norelhûda Şekirçî ciwaneke 21 salî ye, deh rojan berê tevî malbata xwe ji taxa Nezlet Alşihade ji aliyê QSD'ê ve tê rizgarkirin. Niha li mala Meta xwe li gundê Hawî Alhewa, ku bi 4 kîlometreyan li rojavayê Reqayê ye dimînin. Norelhûda şerm dikir! Ev bû sê sal bi kesekî xerîb re naxiviye. Lê dema çavên wê li kamerayê ket, ziman vebû û xwest gelekî baxive. Keniya û got, "Vê sibehê min dengê Feyroz (stranbêj) bihîst. Ez şaş mam, ku çawa li mala me stranan guhdar dikin. Piştre ku ez hişyar bûm û min dît em ne li Reqayê ne."
Norelhûda xwendekara pola yekemîn a beşa Wêjeya Erebî ya Zanîngehê bû. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bajarê Reqayê dagir kir, zanîngeh ji xwe re kirin navendeke leşkerî û hemû cureyên xwendinê qedexe kirin. Norelhûda têkildarî wan rojan wiha dibêje; "DAIŞ ne bes cilên reş li me kiribû, jiyana me jî reş û tarî kiribû. Em xistibûn hepseke mezin û bi tirs û hesab qaşo em dijiyan. Li mala xwe me nikaribû hinek dengê xwe bilind bikira."
Norelhûda keserek kişand, li bavê xwe nihêrî û got "Ev sê sal in her roj şer di navbera min û bavê min de derdiket, ji bo çareyekê bibîne û em ji Reqayê birivin. Bavê min jî her roj li qaçaxciyek digeriya heta ku li gorî pereyên di destê xwe de me birivîne. Lê nedidît heta ku şer derket û em ji nav lepên DAIŞ reviyan."
Malbata Norelhûda hemû rûniştîbû û daxivîn. Lê wê dixwest hundirê xwe yê tijî vala bike. Got, "Niha bajarê me rizgar bibe, ez dixwazim van sê salan ji jiyana xwe derxînim."